NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta dagirker ya Tirk bi salane bi her şêwazî kuştiyên xwe yê li hember gerîlle vedişêre.
Herî dawî êrişên dagirkerîyê yên ku 24’ê Nisanê de li hember qadên gerîla de destpêkirin de Dewleta Faşist a Tirk êdî Kuştiyên xwe bi awayekî fermî nade. Çend kuştiyên ku heta niha hatin dayîn jî piştê ketin çapemeniyê êdî mecbûr man ku parvebikin.
Leşkerê ku bi navê Caner Sarmaşık jî bi navê întîxarê hate parvekirin. Lê ev kes tê zanîn ku herî dawî Rojavayê Kuurdîstanê de tevlî gelek êrişan buye. Li gor çavkaniyên herêmî ev dagirker herî dawî tevlî êrişên li hember qada gerîla jî buye.
Êdî her çiqas di bin navê întixar û hwd de bên gotin jî êdî dewleta faşîst nikare miriyên xwe yên şer veşêre.