NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hate parvekirin: “Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şoreşgerî ya Sînan Dersim de, roja 28’ê Nîsana 2021’an saet derdora 03:00’ê şevê li Taxa Kotek a navçeya Artûklû ya Mêrdînê hevkarê bi navê O.A yê ku li qadên gerîla xebatên nokeriyê dikir kirine hedefa xwe.”
Milîsên Sînan Guneş ên HBDH Kurdistan, wiha domand, “Li dijî wesayîta wî kesî çalakiya sabotajê hatiye kirin û bi temamî hatiye îmhakirin.”