NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Zanîngeha Dîren, SODAP û Meclîsa Ciwanan ên li Mecîdîyekoy hatin ba hev ber bi Taksîmê bi dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulanê’ dest bi meşê kirin. Polîsan êrîş bir ser girseyê û 19 kes bi lêdanê destgîrkirin.
Endamên Konseya Nûnerên Karker û Hêza Kedê yên ku li Tarlabaşi pankarta ‘Qada 1’ê Gulanê Taksîm e’ vekirin, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.
Xwendekarên zanîngehê yên ji Osmanbey bi pankarta ‘Ji kampûsê heta kolanan em ê bi serkevin’ ber bi Taksîmê ketin rê, polîsan êrîş bire ser wan û gelek xwendekar destgîrkirin.
Endamên Federasyona Anarşîst a Şoreşger ku ji Kazanci Yokuşu bi pankarta ‘Şer e 1’ê Gulanê’ ber bi Taksîmê ketin rê, polîsan êrî bire ser wan û gelek kes bi lêdanê destgîrkirin.