NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Sînan Dêrsim ên Kurdistanê yên HBDH’ê li Amedê li polîs û notirvanan da.
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 30’ê Nîsana 2021’an de li Taxa Îskender Paşa ya Amedê li dijî polîs û notirvanên şaredariya qeyûm û qeymekamtiyê diparêzin, hêzên me çalakiyek kirin. Di çalakiyê de polîs û notirvan birîndar bûne lê hejmara rastîn nehatiye tespîtkirin. Ev çalakî di çarçoveya pêngava tolhildana şoreşgerî ya Sînan Dêrsim ê ku Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê de hate kirin. Piştî vê çalakiyê hêzên me bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
Em bang li gelê xwe dikin ku bila tevlî têkoşîna şoreşa yekgirtî bibin, têkevin nav hêzên antî-faşîst û li dijî faşîzmê rabin ser pêyan. Em wan têk bibin, wê hilweşin!”