QENDÎL – Komek Pêşmergeyên Dêrîn bi boneya salvegera şehadeta Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn, serdana goristana Qendîlê kirin û wana bi bîr anîn. Pêşmergeyan diyarkirin ku ew bi hemû hêza xwe piştevaniya berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriyê dikin.
Komek Pêşmergeyên Dêrîn li Binarê Qendîlê serdana gora şehîd Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ên ku di 3 Gulana 1983’an de li Başûrê Kurdistanê şehîd bibûn, kir. Piştî ku pêşmergeyan gul danî ser gorên şehîdan, daxuyaniyek li ser navê pêşmergeyan ji aliyê Arif Elawêrdî ve hate xwendin.
Di daxuyaniya Pêşmergeyên Dêrîn de ev tişt hatin gotin; “Di sala 1982’an de şandek bi nûnertiya endamê rêveber ê PKK Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn, ji bo yekîtiya netewî hatin Başûrê Kurdistanê. Xwestin bi aliyên şer dikin re rûnin. Civîna yekem lidarxistin, mixabin dema xwestin serdana dûyem bi YNK’ê re bikin, li nêzî gundê Lêwjê û Enzê dikevin kemînî û têne şehîd xistin.
Di demek ku dihat xwestin tola wan şehîdan were rakirin, lê hevalên PKK’ê peyam şandin û gotin armanca wan şehîdan dawî anîna şer bû. Ji bo vê tola herî mezin ya ji bo xwîna şehîdan, pêkanîna aştî û dawî anîna şere. Em weke komek pêşmergeyên dêrîn yên wê demê, weke erkek exlaqî em hatin û me şehîdan bi bîranî.
Em êrişên dewleta Tirk li ser destkeftiyên gelê me bi taybet dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirk a li ser başûrê Kurdistanê, şermezar dikin. Em bi hemû hêza xwe piştevaniya berxwedana gerîla dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mihemed Karasûngur di sala 1947’an de li Çewlika Bakurê Kurdistanê hatiye dine. Mamostebû. Ji ber xebatên şoreşgerî Sirgûnê Colemêrgê têkirin. Di sala 1978’an de dest ji mamostetiyê ber dide û bi awayeke çalak beşdarî refên PKK’ê dibe. Di demeke kurt de dibe yek ji rêveberên pêşeng yê PKK’ê. Di sala 1982’an de ji bo sazkirina yekîtiya netewî tê wezîfedarkirin û li ser vê esasê derbasê Başûrê Kurdistanê dibe. Têkoşîneke bihêz ji bo yekîtiya Kurd dide lê, di encama êrîş û komploya hindek partiyên Başûrê Kurdistanê de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehîd dikevin.
ROJ NEWS