NAVENDA NÛÇEYAN – Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştevaniya berxwedana gerîlayan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di 1’ê Gulanê de konê seferberiya giştî veda.
Çalakiya konê seferberiya bi diruşmeya “Bi rihê berxwedana Garê em Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê silav dikin” di roja sêyemîn de didome.
Îro ciwanên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Qamişloyê herikîn bin kon û piştgiriya xwe ji pêngavê re nîşan da.
Di bin kon de axaftin hatin kirin. Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Armanc Jînda axivî û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk kir.
Armanc Jînda da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrişan lawazkirina vîna gelê Kurd e û got, hêzên gerîla ji bo têkbirina planên dagirkeriyê berxwedana mezin raber dike.
Çalakiya roja sêyemîn bi berzkirina diruşmeyên silavkirina pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi dawî bû.