NAVENDA NÛÇEYAN –
DÎCLE ZAFER
Cudî warê mirovên mezin. Cudî warê jiyan û hebûnê. Ma kîjan pênûs û peyv dikare te vegotin bike. Na nikare… Jixwe vegotina herê mezin te bixwe kiriye. Ey Cudî ya ku di nava dilê xwe de hêviyan di hewîne. Erê Cudî tu şahîdî û şahiditî dikî.
Tu dizanî tu çima ewqasî bedewî? Erê tu dizanî!
Sala 1998’an de me yê pratîka xwe ya nû li herêma Cudî jiyan kiriba. Gava ku em ji kampên zivistanê derketin jî hîna destpêka biharê bû. Ew dem hêja dar jî ne bişkivî bûn. Cudî bi xwe jî di aliyê erdnîgarî de cihekî stratejîke û neyar jî vê pir baş dizane. Di heman demê de cihên ku gerîla bi xwe jî kar tîne diyarin. Ji bo şer kirin û çeperên xwe xurt kirin jî cihekî gelekî başe. Neyar operasyonên xwe yên wê demê jî gelekî berfireh çêdikir û hejmarekî gelekî mezin leşker beşdarê operasyonê dibûn. Operasyonên wan ne weke vê demê bû, cihên stratejîk digirtin. Di wê demê de şêwazê tevgerkirina me jî cûda bû. Hejmarê me jî gelek bû. Em weke yekine tevdigeriyan. Wê demê me cihên stratejîk digirt û bernedida, neyar jî ji bo ku em berdin êrişan pêş dixistin. Tevahî hevalên wê demê bi giştî hevalên nû bûn. Çend hevalên kevin gel me bû. Ji bo ku hevalan fêrî jiyana gerîlatî, şêwazê gerîlatî û neyar li hevalan bide nas kirin bi me re bûn. Wê demê fermandarê me heval Hemze bû. Serokatî wê ji bo Cudî erkdar kiri bû. Sala 1997’an ji akademiyê hati bû. Ew bi xwe jî cara yekemîn bû dihat Cudî.
Taybetmendiyê operasyonên wê demê jî, neyar li gor herêman nêz di bûn. Li gor erdnîqarî tevgerandin giringe. Dema operasyon roja yekemin destpêkir neyar textîk kiri bû û di roja xwe de paşde vegeriya. Wê demê me ji heval Hemze re jî got; “neyar hat û di roja xwe de vegeriya? Ji xwe di demên biharê de neyar her tim operasyonên bi wê awayî lidar dixistin. Ya herê giring jî wê demê xwastin tevahî lêhûrbûyînên me di wê aliyê de bikşînin. Dixwastin me têxin di nava xefletê de. Wê demê heval ji heval Hemze re jî gotin heval Hemze bixwe jî got; “bila heval hişyar bin, neyar ji bo ku van deran keşîf bike derketiye araziyê, cihên stratejîk nas bike. Hatina wan ne ji xwe deye, wê cardin werin.” Birastî jî piştê du roj şûnde neyar operasyonekî berfireh pêşxist. Heval Hemze di aliyê mantixê leşkertî de û serwer bûna wê ya li ser şêwazê neyar jî xurt bû. Tenê dezavantajê heval ew bû ku arazî nas ne dikir. Lêhûrbûyînên heval Hemze gelekî kûr bû. Gava operasyona destpêkî çê bû weke ku heval Hemze goti bû çê bû. Bi taybetî jî di wê demê de girên me xistin hedefên xwe. Îhtîmalekî mezin tepeciyên me dîti bûn. Ji xwe tepeciyên me bi neyar re ketin hûndirê temasê de. Wê demê heval berxwedaniyekî bêhempa pêşxisti bûn.
Di sala 1998’an de armancê neyar ew bû ku, di herêma Botanê de gerîla tune bike. Ew dem agahî wisa ji me re hatibû. Di wê demê de li ser Serokatî jî êriş hebûn. Komployek navnetewî dabûn destpêkirin bi vê komployê re jî xwastin gerîla jî di Botanê de îmha bikin. Ji ber ku Botan ji bo artêş bûyîn û pêşketina gerîla xwedî cihekî dîrokî ye. Di heman demê de weke tevger jî em tenê bi artêşa Tirka re şer nakin. Em şerekî navnetewî didin. Ji xwe êrişên ku dihatin meşandin jî navnetewî bû. Gava ku di Surî de li ser Serokatî komplo pêşket jî agahiyê me jê nîn bû, derfetên me nîn bû ku em ji her tiştê agahdar bibin. Lê komployek navnetewî û parelel bû. Planekî navnetewî bû, ji bo wê dixwastin vê planê bi hevre pêşbêxin û serbêxin. Cardin li ser hêvî û baweriya gel jî leystokên gelekî qirêş pêşdixistin. Ji bo ku di raya giştî de û di cîhanê de hêza xwe xurt bike û baweriya gel jî bişkîne tevahî qirêjiyan pêktîne. Di wê demê de bi awayekî hov li ser me de dihatin. Tevahî hêzên xwe xistibûn tevgerê. Bi vê awayî li ser me de êriş dikirin. Tevahî hêzên xwe xistibûn tevgerê de ne weke her tim bû. Armancê wan yê yekemîn jî îmha kirin bû. Erdnîgariya Cudî mezin û berfireh nîne. Lê neyar di wê salê de hejmarekî gelek zêde xwe di Cudî de cih kiri bû. Cardin li ser tepeyên me yên stratejîk bi riya kobra leşkeran dadixist. Êrişekî gelekî dijwar bû. Lê ne gihiştin armancê xwe. Li wir cardin gerîla serket. Ruxmê ku neyar gelekî teknîkên xwe û hêzên xwe xistibûn Cudî de jî lê nekarin hêza gerîla. Birastî jî di hûndirê wê şer ê de gava mirov li neyar meyze dikir kenê mirovan neyar dihat. Mînak di tepeyên me de keşîfçiyên me hebû, çar heval bûn. Neyar her çar hevalan ferq dike ji bo wê jî bi hejmarekî zêde êrişê tepe dikin. Gava ku heval li ser wan gule di barînin neyar ewqasî bi tirs vedigerin ku heya tepe gindir dibin. Ne di wêran li ser hevalan de biçin. Di aliyekî de kobra li hevalan dixist di bin de jî neyar bi awayekî veşartî li ser hevalan de diçûn. Lê ne dikarîn her çar hevalan. Birastî jî heya êvarê heval henekên xwe bi neyar dikirin. Ne hiştin ku neyar xwe nêzî wan bikin. Ji ber cihê me li hember hevalan bû me wan temaşe dikir. Ji ber heval û neyar di nava hevdebûn ji bo wê hawan tavêtin di nava leşkerên xwe de jî. Lê wê demê tiliya yek heval jî xwîn ne bû. Wê demê operasyon her çû xwe berfireh kir. Em ew dem aliyê Navserê bûn. Ew der jî li gor cihêndî zozan bû. Ji bo wê me ne dikarî em zêde tevger bikin. Gava bû şev em ketin tevgerê de.
Êrişê neyar ne tenê li ser Cudî bû. Li ser tevahî herêma Botanê bû. Erdnîgariya Cudî du beş bû. Yek jêre di bêjin Girê Hirmo, hemû daristan, zinar û girin. Aliyê navser jî zêdeyê xwe zozan bû. Girên neyar jî gelekî nêz bû. Di wir de neyar pir rehet dikarî were biçe. Jixwe wir me ne dikarî em roj tevger bikin. Ez bi xwe jî di aliyê Navser de di mam. Erdnîgariya wê aliyê hişk bû. Cihekî gelekî xweşe, gerîla wê, ew jî gerîla hemêz dike. Ji ber ku em nû bûn, ji bo wê me gelekî tişt ne didît û ne dikarî bi nav bike. Çiqasî erdnîgariya wê xweş be jî lê heval jî wan xweşîk bûnan temam digir. Di heman demê de aliyê Cudî yê dîrokî jî tê zanîn. Di mirovan de îlhamên cûda pêşdixist. Erdnîgariya wê gelek bilin de. Di wê demê de neyar gundan vale dikir, ji bo ku gerîla û gel ji hev cûda bike. Ji bo wê jî zehmetiyên xwe jî hebûn. Her çiqasî zehmetiyên xwe hebûn jî, lê heval tu carî vê pêşiya xwe ne digirin astenq. Di derdorê Cudî de gelek qereqol hebûn. Di heman demê de aliyekî wê Silopî, Cîzir û Şirnexe.
Operasyona sala 1998’an di meha Adarê destpêkir û şeş roj berdewam kir. Wê demê em her tim di tevgerê de bûn. Neyar bi xwe jî wisa bû. Heval Hemze wê demê aliyê Girê Hirmo disekinî. Ji ber neyar herê zêde li ser wê derê êrişê xwe pêşdixist. Ji bo wê heval Hemze got; “heval wê derê zêde nas nakin ezê biçim wê aliyê bisekinim.” Ruxmê ku heval Hemze bi xwe jî nas ne dikir lê ji bo ku di nava hevalan de bi hevre şer bikin û morel bidin hevdu ew jî derbasî wir bû. Heval çûyîna heval Hemze yê li wir ne pejirandin. Lê ew got; “ezê biçim, tevahî heval nû hatine herêmê nabe pêwîste ez li gel hevalanbim.” Heval derbasê wir bû. Destpêkirina operasyonê roja pêncemîn bû. Gava ku heval Hemze di gihije gel hevalan meyze dike ku cihê wan ne sexleme. Ji bo wê ji hevalan re di bêje em ji vir derbikevin derbasê cihekî sexlemtir bibin. Gava pevçûn çêbibe jî ji bo ku em bikaribin bi neyar re bikevin pevçûnê de. Tevahî hevalên li gel heval Hemze nû bûn. Neyar gelekî êrişê wan dike, heval Hemze li wir dibêje; “hele bisekinin hûnê kûrê dayîka bibînin wê çawa êriş li ser gir bike û gir ji destê we derîne.” Her çiqasî cihê wan ne baş bû jî lê cardin pêvçûn çê dibe. Neyar bi her awayî li ser hevalan de êrîş pêş dixin. Di aliyekî de kobra û sizme û h.w.d. Heval heya êvarê berxwedidin. Heval ewqasî bi qehremanî şer dikin ku neyar şaş û maş dimîne. Jixwe neyar li hember berxwedaniya hevalan dişke. Lê mixabin di encamê berxwedaniyekî mezinde bi rêheval Hemze re pênç heval şehîd ketin. Wê demê çeteyên Jîrkî jî bi neyar re li hember me şer dikir. Şerê wan çeteyan yê li hember me ji yê neyar xirabtir bû. Hevalên ku şehîd ketin jî heya guleyên xwe yên dawî şer kirin. Şahadetê hevalan di me de hêrsekî gelekî mezin da avakirin. Tevahî heval ji bo tola wan hevalan bigre sond xwarin.
Operasyon roja din siharê ango roja şeşemîn paşde vegeriya. Piştê wê heval hatin gel hev. Agahiyê hin hevalan ji şahadetê hevalan hebû lê yê hin hevalan nîn bû. Gava heval torena leşkerî çêkirin û piştê wê jî heval Qelender ji hevalan re gotin bi rûnin ew dem me fêm kir ku rewşekî giran heye. Ew kêliya ku heval behsa hevalên şehîd kirin ew dem weke ku cihan sekini bû. Tu peyv nikare wan hestan pênase bike, jixwe ez bawer nakim ku tu hest bikaribe pênase bike jî. Birastî jî me li ku derê meyze dikir rûyê hevalan, kenê wan, dengê wan dihat ber çavên me. Tevahî heval li ser tolgirtina hevalan lêhûrbûyîn pêşdixistin. Heval ji bo bîranîna wan, xeyalên wan û girêdan bûna wan bidin jiyan kirin di nava jiyanêde gelekî hişyar tevdigeriyan. Jixwe gelek cih ji bo tolgirtina wan hevalan çalakî jî li darxistibûn.
Heval Hemze ji Mêrdînê bû. Hevalekî gelekî kevin bû. Li Mêrdînê gerîlatî kiribû. Piştre diçe li gel Serokatî, li gel Serokatî perwerdeyên giring di bîne. Birastî jî tiştên ku ji Serokatî fêm kiri bû gelekî cewherî bû û dixistin jiyanê jî. Lêhûrbûyînên wê li ser jin pir kûr bû. Di heman demê de gelek bi bawer nêzî hevalên jin di bû û ji hêza hevalên jin zêdetir bawer dikir. Jixwe Serokatî jê re goti bû; “niha neçe livir bi mîne. Lê wê pêşniyar kiri bû ku tevlê şer bibe û di qadên Bakur de cih bigre. Fermandarekî bi avahiyê xwe re yek bû. Her tim di nava hevalan de bû. Şahadetê heval Hemze ji bo me giran bû. Rêheval Hemze beriya her tiştê heval bû. Di kesayetiya xwe de rêhevaltiya PKK’ê dabû afirandin.
Her çiqasî di vê operasyonê de hevalên me şehîd ketin jî û şahadetê wan ji bo me giran hatibe jî lê neyar ne gihişt armancê xwe. Di heman demê de komploya navnetewî jî ne gihişt armancê xwe. Dibe ku Serokatî fizîkî dîl girtin lê tu carî ne gihiştin armancê xwe. Ji xwe Serokatî her tim li hember neyar di nava şerekî de bû. Niha Serokatî di pergala Îmralî de jî şerekî gelekî dijwar dide meşandin. Neyar hedef kiri bû ku wê gerîla di Botanê de tasfiye bike, vîn û baweriya wê bişkîne. Lê hêrs û kîna gerîla li hember neyar her ku çû zêdetir bû. Ev rastî di vê operasyonê de pir zelal xwe da diyar kirin. Hevalên me di aliyê îdea, biryar, bawerî û nîzam de zêdetir xurt bûn. Birastî jî îdeayekî gelekî mezin di me de pêşket. Di nava wan hevalan de yê herê nû ez bûm lê min bixwe jî digot; “ji îro pêde cihê min evdere û ezê tola hevalên xwe rakim.” Di min de hêzekî pir cûda pêş ketibû. Me tu carî gav paşde ne avêt. Berovajiyê wê ji bo pêşde çûyînê sond hatin dayîn. Di heman demê de li Beytûşebabê heval operasyonê bi navê Şehîd Hemze çalakî li darxistin û girekî ji holê rakirin. Windahiyên neyar gelek çê bûbû lê ev ji bo me ne besbû. Tolgirtina herê rast ewe ku mirov rêhevalên xwe yên şehîd rast jiyan bike û bide jiyan kirine.