QAMIŞLO – Piştî ku li dijî êrîşên ku li ser Metîna, Avaşîn û Zapê ciwanên Rojavayê Kurdistanê seferberî ragihandin. Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li kolanan dest bi çalakiyan kir.
Ciwanên PYD li bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya berxwedana gerîla û ji bo bal kişandina ser berxwedana dîrokî ya ku Gerîla dimeşîne û girîngiya wê, çalakiyên li taxan û kolanan sînevizyon temaşe kirin. Vê êvarê li Taxa Hilêliyê ya Qamişlo ji bo ciwan û gel sînevizyonek hat temaşe kirin.
Li gorî ciwanên PYD ewê her şev li taxekî Qamişlo sinevizyon ji bo ciwanan were pêkanîn.