QAMİŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, semînerek li ser armanca êrişên dewleta Tirk, girîngiya parastinê û berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê da.
Semîner bi amadebûna bi dehan ciwanan li Navenda Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişloyê hate dayîn.
Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê, semîner ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ve hate dayîn.
Foza Yûsif destnîşan kir ku şerê ku dewleta Tirk li dijî gelan dimeşîne şerê dirûnî û aborî ye û got: “Şerê dewleta Tirk ne tenê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê şerê li ser tevahî Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk bi vî şerî hewl dide me lawaz bike, ji ber ku ji projeya me ya demokratîk ditirse.”
Foza Yûsif bal kişand ser qutkirina ava çemê Firatê û ava stasyona Elok li ser Hesekê ji aliyê dewleta Tirk ve û got, qutkirina para Sûriyê ji ava çemê Firatê û qutkirina avê li ser bajarê Hesekê berdewama şerê ku li dijî herêmê pêk tîne ye ku armanc jê qirkirina gelan e.
Têkildarî êrişên dawî yên li ser bajarê Qamişloyê jî Foza Yûsif ev tişt got: “Armanc ji şerê ku li bajarê Qamişlo rû da kûr e û ji hêla aliyên ku hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin, hate plankirin. Lê bi saya hişyariya gelê me û baweriya wê bi pojreya neteweya demokratîk ev hewlan vala derketin.”
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di dawiya semînerê de îşaret pê kir ku şerê li Qamişloyê û êrişên li ser Avaşîn, Zap û Matînayê bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hwd.. ve girêdayî ne, armanc jê qirkirina gelê Kurd û kurd bê maf bimînin.