RIHA – Dayîka Emîne û Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza “edaletê” ji 9’ê Adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirine wiha gotin:”Em dev ji doza xwe ya mafdar bernadin. Em bêdeng namînin.”
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 24’ê Hezîrana 2018’an de berîya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Dayîka Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza “edaletê” ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê” kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 58’emîn de didome.
Em dev ji doza xwe bernadin
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev gotin parve kir:”Kesên siberoja me, xeyalên me û jiyana me dizîn niha bên parastin jî ew ê rojekê hesab bidin. Em dev ji doza xwe ya mafdar bernadin. Em bêdeng namînin.”