QAMIŞLO – Bi dirûşma “Bi pêngava Bazên Zagrosê û bi cenga Xabûrê, Em ê teqez bi ser kevin”, Ciwanên PYD`ê bi armanca piştgiriya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê di 3`yê Gulanê de dest bi lidarxistina şahiyan kir.
Îro şahî li taxa Kornîş a Qamişloyê bi tevlêbûna şêniyên bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Di şahiyê de sînevîzyonek li ser berxwedan û têkoşîna gerîla û binketina artêşa Tirk a dagirker li hemberî şervanên azadiyê li çiyayên azad hat pêşandan.
Piştre endamên Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Şahî bi sloganên `bijî berxwedana gerîla` û bi gerandina dîlanê bi dawî bû.
Ji 23`yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker êrişî herêma Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, di nava êrişan de çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Lê hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bersiva êrişên dagirkeriyê bi lehengî didin.