AGIRÎ – Dewleta Tirk a dagirker ji bo veşartina têkçûnên xwe yên li dijî gerîla, hemû hêza xwe seferber kiriye. Piştî her têkçûnê li Bakûrê Kurdistan û Herêmên Parastinê yên Medya, dixwaze binketina xwe bi operasyonek nû ya dagirkirinê veşêre, lê ew her car nikare ji têkçûnê bireve. Vê carê, dewleta Tirk a dagirker operasyonên xwe yên dagirkirinê de berî xwe da Serhedê.
Wezareta Karên Hûndirîn ya TC ragihand ku li Agirî, Îdir, Qers û Erdexan bi beşdariya 2 hezar û 65 leşkerên dagirker operasyona dagirkirinê hat destpê kirin. Wî ragihand ku operasyona “Eren-15 Agirî Çiya-Çemçe Madur” bi beşdariya 2 hezar û 65 leşkerên dagîrker hate destpê kirin. Beriya ku operasyon dest pê bike, di 1’ê Gulanê de bi beşdariya Wezîrê Karên Hûndir ê dagirker Süleyman Soylu li Agirî “civînek ewlehiyê” pêk hatibû.