HELEP – Îro ji bo şermezar kirina li dijî êrîşên herêmê medya şênîyên taxa Şêx Meqsûdê ya girîdayî bajarê Helebê daketin qadan.
Meş bi pankarta “Bi rihê berxwedana Garê em bi serketin, Bi rihê berxwedana Avaşîn Zap û Metîna Emê Teqez Serbikevin!” ve pêk hat. Gel li pêşiya Qebo Yesîn destpê meşî kir û bi avîtina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Qendîlê”, “Bijî berxwedana Avaşîn” , “Bijî berxwedana Zapê” heya ber Navenda MSD’ê meşîyan. Piştra bi deqeyek rêzgirtin mêş hat seknandin û li ser navê meclîsa taxa Şêx Meqsûdê Velentîne Ebdo axifî.
Di axaftinên xwe de got ku; “Emê her tim li ser pîya bin û li hember êrîşên dagirkerî li dijî herêmê medya bisekinin û piştgirê bidin Gerîla.”
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.