NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê sala 1984’an dest pê kir. Gerîlayên Hêzên Rizgariya Kurdistanê çalakiya destpêkê li dijî Dewleta Tirk a dagirker pêk anîn. Vê çalakiyê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyê û cîhanê jî deng veda. Piştî wê, Dewleta Tirk ragihand ku ew ê di nava çend saetan de “wan” biqedînin. Lê ew saetên wan bi salan dewam dikin. Gelek serokomar û serokwezîrên Tirk hatin û gotin, dawiya PKK’ê hat û diqede. Gelek wezîr û kizîrên Dewletê jî ev tişt dubare kirin. Kesek nema ku xwe neceriband. Dev ji qedandinê berdin, PKK her ku çû mezin bû. Ew koma gerîla ku bi çend kesan dest pê kir, îro gihiştiye hezaran û milyonan PKK’yî çêbûn.
Piştî ku Dewleta Tirk dît nikare bi PKK’ê, vê carê jî rê û rêbazên din bi kar anîn. Destpêkê cerdevan çêkirin. Ji bo ku Kurd bi destê xwe hev biqedînin, ew birin qadên şer. Sîxur û xayînên Kurdan bi kar anîn. Ji bo xapandina civakê jî çapemeniya şerê taybet û qirêj bi kar anîn. Di rojname, ajans û televizyonan de gelek nûçe û dîmenên derew amade kirin. Lê encam neguherî. Dehê caran fermandar û serkirdeyên PKK’ê kuştî nîşan dan. Her salê kuştina hezaran gerîla eşkere dikin.
Eger ji sala 1984’an em vegerîn îro wê bê dîtin ka vê dewletê çawa derewek 37 salan kiriye. Di nava 37 salan de tiştek nema ku nekirin. Ji bo qedandina PKK’ê ji NATO û hêzên cîhanê alîkarî wergirtin. Balefir û helîkopterên şer ji Emerîkayê anîn û di vî şerî de bi kar anîn. Bi tank û topên Elman li Kurdistanê bi dehan komkujî kirin. Lê di destê gerîlayan de tenê keleş hebû. Bi wê keleşê li dijî Artêşeke NATO’yê şerê xwe kirin. Taktîk û stratejiya gerîlayan jî di ser her tiştî re bû. Ji ber ku nehatiye dîtin, tevgereke gerîla hatibe tinekirin. Gerîlayên Kurdistanê jî bi rê û rêbazên cuda li dijî teknîka herî bipêşketî ya dewletan şer kirin.
Bi demê re ev rê û rêbaz jî hatin guhertin. Di salên dawî de PKK’ê ragihand ku ew ê gerîlayên serdema nû ava bike. Ew jî ev serdem bû. Van gerîlayan li Garê û Heftenînê xwe îsbat kir. Lê dewleta Tirk li ber xwe neket û vê carê jî berê xwe da Zap, Avaşîn û Metînayê. Destpêkê di çapemeniya xwe ya qirêj de ev tevgera dagirkeriyê mezin kir. Lê piştî bi demekê deng ji wan qut bû. Ew çapemeniya ku her carê digot, dawiya wan hat, vê carê deng ji wan nehat. Ji ber ku gerîlayên serdemê di nava 10 rojan de Artêşa Tirk tarûmar kirin.
Wezîrê şer ê dewleta Tirk jî dît ku nikare vê derewa têkçûnê veşêre, çû ser sînor. Çûyîna xwe ya ser sînor jî wekî ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, nîşan da. Wezîrê Tirk Hûlûsî Akar ji bo ku rojevê biguherîne qala sîlehên di destê PKK’ê de kir û anî ziman ku hin dewlet alîkariyê didin PKK’ê. Ji binî ve qala serketina eskeran nekir û got, helîkopterên wan nikarin dakevin wan çiyayan. Ev mikurhatina Hûlûsî Akar a têkçûnê bû. Tişta ku dixwestin bi dest nexistin. Taktîk û performansa gerîlayan hişt ku Artêşa Tirk li Zap, Avaşîn û Metîna asê bimîne. Lewma Hûlûsî Akar derewên 37 salan dubare kirin. Ew jî dizane, gelek kesên wekî wî hatin û çûn, lê tinebûna PKK’ê nedîtin. Ew bi xwe tinebûn.
Di vê serdemê te ku ewqas teknîk, balefir û hêzên cîhanî li pişt vê dewletê ne, çawa li hemberî berxwedana gerîla têk diçe? Artêşeke ku bi sed hezaran eskerên wê hene, çawa nikare bi PKK’ê? Yan jî em berovajî wê bipirsin baştir dibe. Ji bo ku em bersiva rast li cihekî xelet negerin. PKK bi teknîka xwe ya modern ango bi taktîkên serdema nû derbê li dagirkeran dixe. Ew gerîlayên sedsala 21’ê ne. Lewma ew jî dizanin ku nikarin bi gerîlayên serdemê. Ji bo vê yekê jî derewên 37 salan dubare dikin. Ev derew wê heta kengî dewam bike, ne diyar e. Lê tişta xuya dike, ew ê ku Erdogan û berdestikên wî jî wê negihijin mirazê xwe.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA