AMED – Êrîşa dagirkeriyê ya TC ya li ser Metîna, Zap û Avaşîn bi berxwedana tund a gerîla re rû bi rû ma.
Dema ku hesabên TC a dagirker, ji hêla gerîla ve li qada şer hate vala derxistin, şerên taybet ên qirêj ketin meriyetê.
Li dijî hikûmeta AKP-MHP, ku bi derew û manîpulasyonên qirêj hewl dide derdorê tarî bike, bi pêşengiya Ciwanan dengê kolanê roj bi roj zêde dibe.
Herî dawî, ji bo protestokirina dagirkeriyê ji hêla ciwanên girêdayî DGH ve li gelek deverên Amedê xebatek nivîskî hate kirin. Di nivîsan de, dihat gotin ku “Li Metînayê heta Amede serhıldan”, “Çeteyên Harpagos Turani dê serî li Metînayê bitewînin”