STENBOL – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin berdewam dike. Dewleta Tirk a ku di pêvajoya dawî de polîtîkayên tecrîd û îşkenceyê zêde kiriye, bi êrîşên dagirkeriyê yên dawî re hewl dide ji pêvajoya hilweşînê ya ku ketiye xilas bibe.
Berxwedana li dijî van polîtîkayên girankirî yên tecrîdê li her qadê mezin dibe. Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek navçeyên Stenbolê, DGH çalakiyên nivîsandinê bi xemilandina kolanan bi wêneyên Rêberê Gelan pêk anî.