BEHDÎNAN – Gerîla TV dîmenê çalakiya Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed li Girê Masî ya ku li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk hatî weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî dabû:
“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 29’ê Nîsanê de saet di 18.45’an de li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Kanî Masiyê ya Amêdiyê çalakiyeke serkeftî kiribû. Ji hewayî ve dagirkerên li vê baregehê hatibû bomberdûmankirin. Bi xurtî li hedefan hatibû xistin û ev çalakî bi serkeftî hatibû kirin.”