ÇILAXA – Bi slogana “Bi ciwanên bûne baz, ber bi serkeftina Zagrosan ve” Ciwanên Çilaxa li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Zap Metîna û Axaşînê û ji bo piştgiriya berxwedana Gerîllayan meşek meşeleyî lidar xist.
Meş ji haciza destpêka bajêr destpêkir, heta qada Şehîd Mahsûm. Li wir li ser navê Ciwanan Heqî axivî, di axavtina xwe de teqez kir ku ciwanan ji bo berxwedana gerîllayan piştgiriyê dikin.
Şêniyên herêmê eleqeyeke mezin nîşanê meşê dan û meş siloganên”Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” ve qediya.