GIRKÊ LEGÊ – Bi slogana “Bi ciwanên bûne baz, ber bi serkeftina Zagrosan ve” Ciwanên Sêgira ên Girkê legê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê û ji bo piştgiriya berxwedana Gerîllayan meşek lidar xist.
Piştê meşa ciwanan dengê Rêberê gelan Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Şêniyên herêmê eleqeyek mezin nîşanê çalakiya ciwanan da.
Meşa ku veguherî şahiyê de ciwanan sloganên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” avêtin.