ATÎNA – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Monastiraki ya paytexta Yewnanistan Atînayê, ku cihekî tûrîstîk e, ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî lidar xistin.
Ciwanan di dema çalakiyê de daxuyanî dan û gotin, “Dewleta Tirk dixwaze qir bike. Mîna li her qadê em ê li deverên ku lê ne tola mezin ji dijmin hilînin. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê têbikoşin.”