NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanê bi navê Kerem Paksoy ê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku zêdetirî salek û nîve di bin dorpêçê de ye, ev du roj in li Hewlêrê windaye û ti agahî jê nayê girtin.
Li gorî agahiyên hatin girtin Paksoy ev demek dirêje nexweşiyên wî yên derûnî hene. Paksoy 12’ê Gulanê dema li mala li Hewlêrê dima, ji mal derketiye û piştre ti agahiyek jê nehatiye girtin.
Malbata Kerem Paksoy li ser mijarê diyar kir ku ew ji jiyana kurê xwe bi fikare û daxwazê ji her kesê dike, dema ku kurê wan bibînin, bi rêya van reqemên telefonê (07511808374 – 07517684436) bi wan re bikevin peywendiyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî niha gelek carî hêzên Asayîşa PDK’ê ciwan û welatiyên Mexmûrê girtibûn, dîsa du welatiyên Mexmûr yên bi navê Hacî Heydar Dêrhînî û Metîn Adogît li girtîgehehên PDK’ê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabûn.