NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku hêzên wan li dijî dagirkerên Tirk û çeteyên wan çalakiyek pêk anîn, di encama çalakiyê de 2 endamên MİT û çeteyek hat kuştin, û 2 endamên MİT birîndar bûn.
Daxuyanî wiha bû:
“Li roja 10ê Gulanê li herêma Şêrawa li hember dagirkeran 2 çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya yekem li nêzî gundê Cilbirê li hember kaîdeyek artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 1 leşker hat kuştin. Çalakiya duyem, piştê nîvro di seet 16:00 an de li nêzî gundê Beradê hat lidarxistin. Dema leşker, çete û endamên MİTê kom bûbûn, hêzên me li hember wana çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek û 2 endamên MİTê hatin kuştin, 2 endamên MİTê jî brîndar bûn.”