QAMIŞLO – Di bin şiyara “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta bakûr û Rojhilatê Sûrye meşek dirêj a 3 rojan, ji bajarê Qamişlo heta Dêrikê dan destpê kirin.
Ciwan armanca meşa xwe wek li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser qadên gerîla protestokirin nîşan didin. Ruxmê germahiyeke zêde jî ciwan bi coş tevlî meşê dibin û demdirêj dimeşin.
Ciwanên tevlî meşê bûne diyar kirin ku ew amadene ku li dijî dagirkeriya Tirk li gel gerîla şer bikin.
Meşa dirêj bi heman coşê gihîşt Tirbespiyê û roja xwe ya yekemîn qedand. Meş dê sibehê di roja xwe ya duyemîn de ber bi Girkê Legê ve berdewam bike.