NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya Yekîtîya Jinên Ciwan qempên Jineolojî yên Xwebûn a bi navê Şehîd Malda tê birêxistinkirin.
Qamp bi gotina Rêberê Gelan a “Jin bi tenê û bi tenê ya xwe ye” tê destgirtin û armanca rêxistinkirina qampê xwenaskirina jinên ciwan e. Qamp li Gundê Jinwar a girêdayî bajarê Dirbesiyê were vekirin, 20’ê Gulanê heya 27’ê Gulanê berdewam bike.
Heya 20’ê Gulanê li Jinwar, Navenda Lêkolînê Jineolojî a Hesekî û Navendên Jinên Ciwan hûn jî dikarin serlêdan bikin û tevlî qampê bibin.
Bernameyê qampê;
• Xwebûn
• Çanda Şoreşê
• Welatparezî û Koçberî
• Tundiya Sîber
• Laşê xwe naskirin
• Malbat û Zewac
• Etîk û Estetîk
• Belgefîlm û Film
• Tura Bisqilêtan
• Huner
• Dîtîna Cihên Dîrokî
• Spor-Werzîş (Tekvando, Avjenî û Voleybol)