HPG’ê nasnameya 2 Şehîdên Cûdî parvekir

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta şehîdan armanca wan pêk bînin.”

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Di 19’ê Mijdara 2020’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Hirmo ya Cûdî operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de Cûdî hate bomberdûmankirin. Ev operasyona di 23’ê Mijdarê de vekişiyaye, di vê operasyonê de hevrêyen me Bahoz Botan û Kendal Licê şehîd bûn.

JI PÊWISTIYÊN SERDEMÊ RE BÛ BERSIV

Hevrê Bahoz li Cizîrê ya ku dilê serhildan û berxwedanê ye ji dayik bûye û bi çanda berxwedêr a Botanê mezin bûye. Hevrê Bahoz di temenekî biçûk de êrîşên dewleta Tirk a qirker û polîtîkayên asîmîlasyonê dîtiye, li hemberî qirkirina dewleta Tirk bêdeng nemaye û ketiye nav têkoşînê. Hevrê Bahoz di sala 2014’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrê Bahoz di hemû pêvajoyên perwedehiyê de xurtbûn û kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de ji xwe re kiriye esas. Hevrê Bahoz kûrbûna di felsefeya Rêber Apo, tarz û taktîka gerîlatiya modern kiriye armanca xwe. Ew her dem hay ji vî tiştî hebû ku berpirsyariyên ku werdigire, têkoşîna şehîdên qehreman e. Li ser vî esasî wî xwe nû kiriye û ji peywir û berpirsyariyên serdemê re bûye bersiv.

EW EVÎNDARÊ ÇIYAYÊN CÛDÎ BÛ

Hevrê Kendal jî li Amedê di nav malbateke welatparêz û di têkoşîna azadiyê de berdêl daye, hatiye dinyayê. Wî fêm kiriye ku divê ciwanên Kurd xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî û civakî derkeve û li ser vî esasî di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Wî pratîka xwe ya pêşîn a gerîlatiyê li qada Cûdî ya Botanê daye destpêkirin. Piştî ku hevrê Gelhat çû Kobanê ji bo ku cihê wî dagire û xebatan xurt bike, kedeke mezin daye. Ji sala 2015’an heta 2020’an li Cûdî li hemberî êrîşan li ber xwe daye û tecrubeyeke xurt stendiye. Hevrê Kendal bi evîneke mezin girêdayî çiyayê Cûdî bû. Wî ji Girê Hirmo heta Bilika, ji Sefîne heta Girê Çolya, li deşta Silopî heta Nêwawa li her dera Cûdî li ber xwe daye û bûye fermandarekî xurt ê Botanê. Ji bo perwerdehî û tedawiyê demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê maye, wî tecrubeya xwe bi perwerdehiya partiyê û îdeolojiya Rêbertî ji ber çavan derbas kiriye û bi awayekî xurt dîsa çûye Cûdî. Li Cûdî di warê çalakiyên li dijî dijmin, avakirina jiyana li ser pîvan û rêgezên Apoyî û pratîzekirina xeta gerîlatiya demokratîk, pêşengtî kiriye. Wî hemû peywir û berpirsyariya xwe bi kesayetiya xwe ya mutewazî û bi girêdana kûr a rêhevaltiyê, bi cih aniye.

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta şehîdan armanca wan pêk bînin.”

Nivîsa Pêş