NAVENDA NÛÇEYAN –
Aysel AVESTA nivîsand
Dewleta Elman li hemberî Kurdan dev ji rêbazên xwe yên qirêj bernade. Di her firsendê de piştgiriyê dide dewleta Tirk. Di vê pêvajoya têkçûna siyaseta wê ya derve û hundir de dîsa bi hawara dewleta Tirk ve çû. Tam di vê pêvajoyê de ku dewleta Tirk tengav bûye, Serokwezira Elman Angela Merkel bi rêya vîdeo-konferasnsekê bi serokê AKP’ê Tayyip Erdogan re hevdîtin kir û piştgirî da siyaseta qirker a Tirkiyê.
Li aliyê din, wezirê karên derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglu li Berlînê bi hempîşeyê xwe yê Elman Heiko Maas re hevdîtin kir û jê xwest berê welatiyên xwe ji bo gerûgeştê bide Tirkiyê. Bi gotineke din kengê pêdiviya dewleta Elman bi bazirganiya çek û tûrîzmê hebe, wê demê ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike, êrişî Kurdan dike.
Em vê siyasetê ango hevkariya dewleta Tirk û Elmanyayê ji gelek pêvajoyên dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê ya li Elmanyayê nas dikin. Sala 1993´yan, dema ku têkoşîna azadiyê li tevahî cîhanê deng vedabû. Di demekê de ku di nevbera PKK’ê û dewleta Tirk de pêvajoyaya agirbestê hatibû destpêkirin, Elmanyayî bi qedexekirina PKK’ê re dewleta Tirk jî krîza wê demê rizgar kir û pêşî li ber şerekî demdirêj vekir.
Tevî ku bi salan e li hemberî vê qedexeyê têkoşîneke bê eman tê kirin jî heta niha dewleta Elman ji ya xwe nehatiye xwarê û qedexekirina PKK’ê betal nekiriye. Berovajî, ji bo krîmînalîzerkirina siyaseta Kurd û siyasetvanên wan, tişta jê hat kir û dike. Ji ber ku pêdiviya dewleta Elman bi Tirkiyê heye. Ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj siyaset û bazirganiyê li ser xwîna Kurdan dike.
Wekî din dibe ku komkujiya 9’ê Çileyê 2013´an a ku tê de yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin a li Parîsê, tiiya wê jî hebe. Ji encamên lêpirsin û belgeyan diyar e ku di paşperdeya vê komkujiyê de jî şopên dewleta Elman hene.
Niha jî hem li çiyayên Kurdistanê û hem li seranserê cîhanê li dijî pergala faşîst-qirker a rejîma Tirk berxwedaneke pirralî tê meşandin. Dewleta Elman li şûna ku PKK´ê, wê rêxistina ku ew ji zilm û tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê xilas kiriye, ji lîsta terorê derxe, piştgiriyê dide hevkarê çeteyên DAIŞ’ê yanî dewleta Tirk. Elmanya ku xwe li van kirinên dewleta Tirk kerr û kor dike, van demê dawiyê dîsa siyaseteke qirêj li dijî gelê Kurd û siyasetvanên wî dimeşîne. Piştî hevdîtinên dawî, Polêsên Elman bi rêbazên polêsên Tirk ketin nav tevgerê û li bajarê Elmanyayê Heilbronnê bi ser mal û komeleyên Kurdan de girtin. Di serdegirtinên li Heilbronn û Esslingenê de tevî 2 Kurdistaniyên din, siyasetvan Abdullah Ocalan jî hate girtin.
Li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê her roj li pêş çavê wan ji aliyê polês û çeteyên dewleta Tirk ve Kurd tên kuştin. Bajarên wan tên dagirkirin. Demografiya herêmên wan tê guhertin. Jin tên revandin û destdirêjî li wan tê kirin. Zarok tên kuştin û xwezaya tê talan kirin. Dewleta Elman li şûna li hemberî van kirinan helwêstê nîşan bide, Kurdên ku li hemberî vê siyaseta qirêj têdikoşin, ceza dike. Heger rast e, dewleta Elman alîgirê sekinandina şer û avakirina jiyaneke aram e, wê demê ya ku lazim e bike ew e ku di pirsgirêka Kurd de bi înîsiyatîf tevbigere, ji bo rêyên diyalogê siyasetê bike û çareseriyê biafirîne. Bendewariya bingehîn a Kurdên li Elmayayê ji hikumetê ev e.