QAMIŞLO – Meşa ciwanên Rojava ya ku li dijî Erişên Dewleta Tirk yên li ser qadên gerîla roja duyemîn de berdewam dike.
Ciwan bi coş û bibiryarin. Ew dibêjin heta ku êrişên li ser qadên gerîla hebe ewên li qadan bin û tevgerêde bin.
Sarya Kobanî diyar kir ku wan ev meşa dirêj li dijî dagirkeriya Tirk dane destpêkirin. Em wek ciwanê Bakur û Rojhilatê Surî ev polîtîkayên li ser gerîla tên meşandin qebul nakin. Em heta dawî li gel gerîlayên xwe ne.
Ciwanan got ku bila Dewleta Tirk nekeve hesabên wisa hêsan, ew nikarin wisa rihet Kurdistanê dagir bikin. Ew wek ciwanan amade ne ku li gel gerîla cihên xwe bigrin.