DÊRÎK – Li ser banga Komalên Ciwan li Rojavayê Kurdistanê TCŞ û YJC’ê meşeke dirêj ya 3 rojan dabû destpêkirin.
Îro li meş bi gihîştandina Dêrîkê ve bi daxuyanî û şahiyekî ve bi dawî bû. Meşa ku bi coş û moral derbas bû de me wek Ajansa Nûçe Ciwan me nêrînên ciwana girt.
Ciwanê ku pêkhateya ereban pêk tê wiha got:
Ev meşa me ji bo piştgiriya şervanên Gerîlla li çiyayan e. Em bang li hemû ciwanan û bi taybet ciwanên Ereb dikin ku piştgiriya gerîla bikin û werin tevlî van çalakiyan bibin.
Ji Ciwana ku bi navê Henûş, ji pêkhateya Çerkezan e û di heman demê de rêveberiya jinên ciwan ya Minbicê ye wiha got: Em wek ciwanên şoreşger û jinên ciwan derketin ev meşa dirêj a 3 rojan. Ciwanên ji hemû herêman wek Tebqa û Reqqa û Minbicê. Ji bo şermezarkirina êrîşên ser Zap û Metîna û Avaşînê. Em li dijî êrîşên Faşîzma Tirkiyê, em wek pêkhateya Çerkez û hemû pêkhateyan tucarî qebûl nakin.
Em ciwanên Dêrezorê em hatin beşdarî vê çalakiyê bibin. Ji Qamişlo heta Dêrik. Ev çalakiya me ya 3 rojan domiya, li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk . her wiha em qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tİrkiyê ve şermezar dikin. em ji gelê xwe re dibêjin em bi we re ne li dijÎ hemû êrîşên dagirkeran. ev çalakiya me ji Tirkiyê re derbeyek mezin bû. Û em diyar dikin ku em yek gelin û em bi hev re bisekinin.
Ciwanên Qamişloyî yê ku bi navê Mîlad wiha got:
Bi vê meşe ve divê dijmin bizanibe ku hemu pêkhateyên Rojavayê Kurdistan yekdengin. Hemû pêkhateyên Rojava li gel gerilla cihên xwe digrin. Bila baş bizanibin: Eger tolek be emê bikin sê tol. Em wek ciwanan seferberiyê radigihînin. Heta ku çar perçeyên Kurdistanê azad nebe ji me re sekinandin nîne. Heta ku şagirtekî Rêber Apo hebe dê PKK jî hebe. Heta ku dilopek xwîna me hebe emê şer bikin.
Meşa ciwanan tevlêbuna gelê Dêrîkê, bi şahiyeke mezin ve qediya.