NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Kurdisan di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şoreşgerî ya Şehîd Sînan Dersim 19’ê Gulanê li derketina Qoserê li dijî parka Etî tir çalakiyeke ya sabotajê kirine.
HBDH’ê ragihand ku demek dirêj milîsên wan tra tije bar a bi pîlaqeya 47YZ432 şopandine û piştre çalakî kirin. Di vê çalakiyê de tir bi temamî şewitiye û bûye xwelî zirar gihaye wesayîtên din ên li derdor jî.
HBDH’ê diyar kir ku çalakiya wan di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şoreşgerî ya Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Şehîd Sînan Dersim de ku 27’ê Cotmeha 2020’ê şehîd bûbû, pêk hatiye.