NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên Sharpressê. Em temamiya hevpeyvînê parve dikin.
Li gorî parvekirinên li çapemeniyê, bi pêşniyar û navbeynkariya DYE’yê, qala projeya aştiyê ya nabera Dewleta Tirk û KCK’ê tê kirin. Lê belê dewleta Tirk dest bi operasyonên leşkerî kir. Gelo di nava van şert û mercan de pêkane ku pêvajoya aştiyê dest pê bike?
Nûçe yan jî agahiyên ku dibêjin, bi pêşniyar û navbeynkariya DYE’yê, wê bi Tirkiyeyê re li ser mijara projeyeke aştiyê li hev bicivin, rast nînin. Mirov vê yekê dikarin ji polîtîkayên DYE’yê û Tirkiyeyê yên li dijî Tevgera me ya Azadiyê fêhm bikin. Ji bo tiştê ku we got karibe pêk were, hem Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hem jî Tirkiye divê polîtîkayên xwe bi rengekî bingehînî biguherînin.
DYE ji bo dilê endamê NATO’yê Tirkiyeyê xweş bike, ku Tirkiye li dijî Kurdan polîtîkayeke giran a zext û qirkirinê dimeşîne, mohra ‘terorîzmê’ li Tevgera me ya Azadiyê dixe û piştgiriyê dide polîtîkaya qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst. Sê rêveberên Tevgera me ya Azadiyê di 6’ê Mijdara 2018’an de xiste nava lîsteya yên bi xelatdayinê lê tê gerîn. Civak ji vê re dibêje nêçira mirovan. Her gavê eşkere dike ku ew piştgiriyê dide dewleta Tirk, dewleta ku li dijî PKK, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd êrişan dike. Ji xwe dewleta Tirk dema ku polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, gava ku bi her awayî zext û zilmê li gelê Kurd dike û li dijî Tevgera me ya Azadiyê şer dike, piştgiriya herî mezin ji DYE’yê werdigire. Dewlet û medya Tirk vê rastiyê berevajî dike û ji bo hîn bêhtir di polîtîkayq qirkirinê de piştgiriyê ji DYE’yê werbigire, vê derewê dikin; ‘DYE piştgiriyê dide PKK’ê’. Ev ji serî heta binî derew e. DYE’y’e ji têkoşîna Kurdan a li Rojava ya li dijî DAÎŞ’ê sûd wergirt, lê belê di dawiyê de rê da piştevanê herî mezin ê DAÎŞ’ê dewleta Tirk ku xaka Rojava dagir bike. Li cihên ku dewleta Tirk dagir kiriye koka Kurdîtiyê tê qelandin, lê belê DYE li ber vê ranabe. Her wiha vê dagirkeriyê normal dibîne. Me rojekê jî nebihîstiye ku gotiye ‘Bila dewleta Tirk ji vê xakê vekişe’. Li dijî Kurdên ku li hemberî DAÎŞ’ê zêdeyî 10 hezar şehîd dan, bi gotina herî sivik, bêwefatî hatiye kirin.
Yê ku piştgiriyê dide operasyonên dewleta Tirk ên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê dîsa DYE ye, Ewropa ye. DYE ku ji bo tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê piştgiriyê dide, gelo wê çawa karibe ji projeyeke aştiyê re navbeynkariyê bike? Hem wê piştgiriyê bide polîtîkaya eciqandinê ya Tirkiyeyê hem jî projeyeke aştiyê biafirîne. Gelo ev ne nakokî ye? Ji xwe ne cihê baweriyê ye. Yê ku bi esasî kir ku Rêber Apo dîl bê girtin DYE ye. Piştgirî nedaye hewldanên Rêber Apo yên li Îmraliyê yên ji bo çareseriya demokratîk.
DYE ji bo polîtîkayên xwe bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin, di şerê dijî me de piştgiriyê dide dewleta Tirk. Ji ber ku dema pirsgirêka Kurd çareser bû, wê ji têkoşîneke ku Tirkiyeyê dike deyndarê wê, dike minetdarê wê, bêpar bimîne. Ewropa jî, Rûsya jî, gelek welatên li cîhanê ji vî aliyê lawaz ê Tirkiyeyê sûdê werdigirin. Ji ber vê yekê jî di mijara çareseriya demokratîk de giraniya xwe nadin ser meseleyê.
Li Tirkiye ya heyî ku AKP-MHP lê desthilatdar e, neaqilane ye ku mirov qala pêkhatina pêvajoyeke çareseriya demokratîk û aştiyane bikin. Tifaqa AKP-MHP’ê dixwaze Kurdan qir bike. Tenê haya mirovan ji rastiya MHP’ê hebe, wê bi nûçeyên bi vî rengî bawer neke. Ji xwe zext û kiryarên heyî yên li dijî Kurdan her tiştî bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Ev desthilatdarî dixwaze Kurdan qir bike û Kurdistanê veguherîne qada belavbûna netewetiya Tirk. Bila kes li rewşa îro nenêre û xwe nexapîne; Başûrê Kurdistanê jî yek ji qadên belavkirina netewetiya Tirk e. Di her firsendê de dibêjin ‘Kerkûk bajarê Tirk e. Hewlêr bajarê Tirk e’, ev gotin ne tenê propaganda ye. Li benda konjontureke guncaw in. Desthilatdariya heyî ya AKP-MHP’ê dixwaze navê Kurdîtiyê jî nemîne. Niha hedefa destpêkê Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê ye, lewma xwe li hin Kurdan radigirin. Xwe li hin kesên ku li pêşiya qirkirina Kurdan ne asteng in radigirin. Her Kurdekî ku vê fêhm nake, di nava xefletê de ye.
Ji bo bi Tirkiyeyê re pêvajoyeke çareseriyê ya demokratîk û aştiyane destpê bike, divê DYE û Ewropa nema piştgiriyê bidin Tirkiyeyê. Heta ku Tirkiye ji van hêzan piştgiriyê werbigire û rewatiyê bide şerê xwe, ev polîtîka û êrişên qirkirinê wê dewam bikin. Heta ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya heyî neçe jî xwe xapandine ku mirov li benda pêşketinek di çareseriya pirsgirêka Kurd de bimîne. Desthilatdariyên faşîst û şoven heta ku li ser desthilatdariyê bin, wê şer û rewşa aloziyê ya pirsgirêka Kurd dewam bike. Tayyîp Erdogan her roj dibêje ‘yek milet, yek dewlet, yek welat, yek al’. Ji yekî ku wiha dibêje gelo gaveke erênî tê hêvîkirin? Ji xwe dibêjin ku pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd nîne.
Ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk beriya her tiştî divê hebûna Kurdan bi çand, nasname û zimanê wan bê qebûlkirin. ya ku neçareseriya pirsgirêka Kurd datîne pêş ne kêm an jî zêdehiya daxwazên siyasî ye. Hewl tê dayin ku hebûna Kurdan ji holê rakin. Li Tirkiyeyê car carna dibêjin ‘birayên me yên Kurd’, lê belê di nava jiyanê de tiştekî ku karibe hebûna Kurdan dewam bike, qebûl nake. Niha polîtîkaya qirkirina Kurdan dewam dike.
Ji bo li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk û aştiyane pêk were divê hebûna Kurdan bê qebûlkirin. Divê saziyên ku îradeya siyasî temsîl dike, Rêbertiya Kurdan bê qebûlkirin. Ya ku 23 sal in li Rêberê Gelê Kurd tê kirin li pêş çavan e. Gerîla li aliyekî; her Kurdên ku daxwaza azadî û demokrasiyê tînin ziman dixin zindanê. Heta ku ev polîtîka hemû neyê guhertin, divê kes ne li bendê be ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengê demokratîk û aştiyane tiştek bê kirin.
Di navbera KCK û DYE’yê de têkiliyeke yekser an jî neyekser heye?
Gelek hêz dixwaze bi tevgereke mezin a mîna me re têkiliyê deyne. Nîv sed sal in em têdikoşin; bandorê ne tenê li Tirkiyeyê dikin, em bandorê li rewşa siyasî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn dikin. Li vê cografyayê ku hevsengiyên cîhanê li Rojhilata Navîn tên danîn û niha Şerê Cîhanê yê 3’emîn diqewime, tiştekî fêhmkirî ye ku gelek dewlet û hêzên siyasî bixwazin bi PKK û KCK’ê re têkiliyê deynin. Tirkiye wê li ser dijberiya li PKK û KCK’ê bi her dewletê re têkiliyê deyne, lê em ê têkiliyên wiha daneynin! Eger li cîhanê niha dewleteke ku dijminê herî mezin ê mirovahiyê ye hebe, ew jî Tirkiye ye. Dema ku ku Tirkiye bi DAÎŞ’ê re di nava têkiliyê de bû, ji bo DAÎŞ’ê bûbû otoban û herî zêde ji DAÎŞ’ê sûd werdigirin, em ew tevger bûn ku li refên herî pêş me li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Dinya dinya berjewendiyan e; berjewendiyên xwe bi kê re be pê re têkiliyê datîne. Hin hene ku tenê ji bo tawîzan ji dewleta Tirk bistîne têkiliyê bi me re datînin. Em vê rastiyê baş zanin. Em jî ji bo demeke kurt sûdê ji hinek ji wan werdigirin.
Têkiliyeke me ya yekser a bi DYE’yê re nîne, lê belê têkiliyên neyekser hene. Gelek dewlet hene ku bi tevgereke mezin a mîna me re ne yekser jî be dixwaze neyekser têkiliyê bi me re deyne. Ji xwe têkiliya me bi gelek sazî û hêzên demokrasiyê re hene. Di têkiliyên me yên bi gelên cîhanê û nûnerên demokratîk re gelekî bi pêş ketine. Bi rêya hin hêzên cuda peyam ji DYE’yê ji me re tên. Polîtîkayên DYE’yê bandorê li têkoşîna me, têkoşîna me jî bandorê li polîtîkayên DYE’yê dikin. Têkiliyên neyekser car carna dewam dikin. Lê belê encameke erênî ji van têkiliyan bi dest nakeve. Bi rêya hin têkiliyan fikrên xwe ji me re radigihînin. Bi gotina ‘Li welatê me her kes bi heman rengî nêzî PKK’ê nabe. Gelek sazî hene ku mîna dewletê li PKK’ê nanihêre. Lê belê polîtîkaya dewletê zû bi zû naguhere, li aliyê din jî bi Tirkiyeyê re hevkarê NATO’yê ye’ hewl didin polîtîkayên xwe yên têkildarî PKK’ê vebêjin.
Ti taybetî piştî komploya navneteweyî ya sala 1999’an me ji her rêveberiya nû ya DYE’yê re name şand. Ji Bush, Obama, Trump, Biden re me name şand. Me ji wan re ragihand ku bi dîlgirtina Rêber Apo re neheqiyeke mezin li gelê Kurd hatiye kirin; me xwest ku ev neheqî bê sererastkirin, her wiha me diyar kir ku divê piştgiriyê nede polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Bêguman em ê van nameyan bişînin, nêrîn û daxwazên xwe ragihînin. Em zanin ku gelê DYE’yê qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdan qebûl nake, neheqiya ku li Rêber Apo hatiye kirin qebûl nake. Wê demê yên ku bi navê gelê Emerîkayê polîtîkayê dimeşînin divê dest ji van polîtîkayên neyînî berdin. Ji xwe nêrîna ku em di nameyan de dinivîsînin bi hin wesîleyan di çavkaniyên vekirî de jî tînin ziman. Me bandora DYE’yê ya li ser dewleta Tirk û rola ku dikare di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bilîze timî anîn ziman. Eger bi rola pêşîgirtina li qirkirina Kurdan rabe, çima em vê red bikin? Eger vê bike hingî wê li gorî 14 pîvanên Wilson tevbigere.
Gerîla bi operasyona Garê serketineke mezin bi dest xist. Medya Tirk di mijara têkçûna li Garê û teknîka gerîla de şoq bû. Tê gotin ku dewleta Tirk li qada leşkerî, bi taybetî di mijara ÎHA’yan de ji aliyê teknolojiyê ve bi pêş ketiye. Di vê der barê de nêrînên we çi ne?
Desthilatdariya AKP-MHP’ê li pey wê yekê bû ku li Garê serketineke bi hêsanî bi dest bixe. Bi bicihbûna li hin deverên Garê re dixwest ku biryargehên girîng ên gerîla bêbandor bike, bi dest bixe, bi vî rengî hêza xwe ya siyasî xurt bike û li ser hin hêzan ferz bike. Weke hêza ku PKK bêbandor kiriye wê gef û şantaj di serî de li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, li gelek hêzên siyasî û dewletan bikira. Her wiha çawa ku Ecevît sala 1999’an bi dîlgirtina Rêber Apo re kete hilbijartinê, dixwestin ku piştî serketinek li Garê hilbijartinê pêk bîne. Bi vê armancê kete nava hewldaneke wiha û bû sedema mirina bi dehan leşkerî; di bin navê ‘rizgarkirina dîlgirtiyan’ de tevî 6 gerîlayan polîs û leşkerên dîlgirtî qetil kir. Bi operasyoneke leşkerî ya ku ji sedî 90 ê wê têkçûyî bû, li dijî gelê xwe, li dijî malbatên leşkerî û polîsan sûc kir. Lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê muxalefet lawaz e, hesabê vê trajedî û vê hewldana têkçûyî jî nepirsîn.
Bêguman gerîla jî xwedî wan çekan e ku karibe şerê gerîla pê xurt bikin. Her wiha teknîkên xwe yên çekan hene ku bi xwe afirandiye. Lê belê di şerê gerîla de mijara herî bi bandor a esasî doza mafdar e, baweriya bi dozê ye, afirîneriya di taktîkê şer de ye, hêza lêdanê ye. Di destê gerîla deteknîkên çekê hene ku bi bandor lê dide. Lê belê ji bo bidestxistina teknîkê, jib o afirandina teknîka xwe, derfet zêde bûne. Lê belê tevî vê yekê jî di mijara teknîka çekê de derfetên dewleta Tirk her tim zêde ye. Di serî de xwedî derfetên çekê yên NATO’yê ye. Ji sedî 80-90 ê çekên ku pê pesnê xwe dide, yê welatên NATO’yê ye. Bi ÎHA’yan pesnê xwe dide, lê belê kamerayên wê ji derve peyda dike. Eşkere ye ku di şer de ya ku encamê diyar dike, serweriya teknîkê bi tenê nîne. Eger bi vî rengî bûya DYE wê li Vîetnamê bi ser ketibûya. Wê li hemberî Talîbanê encam werbigirta. Teknîk xwedî hêza kuştinê û xerakirinê ye. Lê belê encama şer, bi taybetî jî di şerê gel û gerîla de nikare encamê diyar bike.
Rast e, dewleta Tirk xwedî ÎHA û SÎHA’yan e. Eşkere ye ku ev yek bi balafirên şer re bi koordîneyî hin derfetan diafirîne. Lê belê gerîla jî rêbaz û taktîka şer a ku van pûç bike diafirîne. Ji xwe rêbaz û taktîka li Garê ya encam wergirtinê bû. Çekên teknîkê yên dewleta Tirk ku pê pesnê xwe dide piştî demekê hatin bêbandorkirin.
Armanca êrişên leşkerî yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê çi ye. Gerîla li dijî van êrişan bi çi rengî li ber xwe dide? Bendewariya we ji siyasetmedar û gelê Başûr çi ye?
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi têkçûna li Garê re nekarî vê têkçûyê li xwe bigire. Têkçûna li Garê ev desthilatdarî lawaz kir. Li aliyê din polîtîkayeke bi tenê ya vê desthilatdariyê heye; ew jî tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û bi vê yekê re qirkirina Kurdan e. Gavên xwe yên polîtîk hemûyan di vê çarçoveyê de diavêje. Lewma ji bo karibe Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike yan jî lawaz bike, ji bo karibe qirkirina Kurdan bibe serî û desthilatdariya xwe dewam bike, dest bi hewldaneke bi vî rengî ya leşkerî kir. Eger encamê werbigire wê bandora xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir bike û bibe xwedî wê derfetê ku tevahiya Başûr dagir bike û gavên ji bo zexta qirkirinê biavêje.
Siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê vê rastiyê ji nedîtî ve bên jî rastî wiha ye. Lewma berxwedana gerîla ne tenê parastina Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, ev berxwedan tevî Başûrê Kurdistanê parastina tevahiya Kurdistanê ye. Eger gerîla bêbandor bibe wê Başûrê Kurdistanê çavkaniyeke xwe ya herî girîng a hêzê ji dest bide, wê bêhêz bimîne. Ev êriş ji bo demên kurt, navîn û demdirêj têkildarî Başûrê Kurdistanê xwedî armancan e. Bila ti hêza siyasî nebêje ku li pişt me filan hêza siyasî heye û xwe nexapîne. Bila kes rewşa piştî referandûma ku PDK’ê sala 2017’an kir, ji bîr neke.
Dewleta Tirk bi hewldana li dijî Zap, Metîna û Avaşînê ku bi mehan amadekariya wê kiribû, dixwest ku bi teknîkê di demeke kurt de vê qadê dagir bike. Lê belê li berxwedaneke welê ya gerîla rast hat ku ne li bendê bû. Tevî ku çekên xwe bi rengekî giran bi kar anî, tevî ku pişta xwe spart hêza xwe ya sînor û çekên kîmyewî bi kar anî, ji bilî çend nuqteyên ku leşkerên xwe lê danîne, nekarî bi pêş ve biçe. Niha bi hêza xwe ya ku ji hal hatiye xistin, li hin nuqteyan çikiya ye. Çiqasî hêza xwe biguherîne û bi şev û roj bi çekên giran topbaranê bike jî nikare bi pêş ve biçe. Ji xwe wezîrê şer bi gotina ‘filan çeka wan heye’ hewl da hincetan ji rewşa xwe ya tengav û xitimî re peyda bike.
Dewleta Tirk şer mezin kiriye. Gerîla jî wê berxwedanê mezin bike. Wê bi rengekî giran berdêla vê êrişa dagirkeriyê bide. Niha bombeyan li daristan, bax û baxçeyên Kurdistanê dibarîne. Cografya Kurdistanê serûbin dike. Lê belê hêzên siyasî yên Başûrî helwestê nîşan nadin. Bi şev û roj bombeyan li welatê me dibarînin. Welatparêzî ne tenê xwedîderketina li petrolê ye; beriya her tiştî rabûna li ber êrişên li dijî qadên jiyanê û daristanan e. Eger siyasetmedar û hêzên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê li ber vê dagirkeriyê ranebin ne tenê wê cografya me xera bibe, her wiha wê temamiya Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Eger neyê dîtin ku armanca van êrişan dagirkerî ye, ji aliyê siyasî ve ev nêzîkatî wê were wateya korbûyînê.
Gerîla ji bo welat û gelê xwe jiyana xwe feda dike bi rengekî fedayî li ber xwe dide. Gerîla ewlad û rûmeta gelê Kurd e. Gelo hêzên siyasî yên Kurd wê xwedî li van ewladên xwe dernekevin? Li ku derê êrişek bibe PKK ber bi wir ve diçe û xwedî li gel derdikeve. Yê ku herî zêde bi vê rastiyê zane gel û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê ye. Lewma berpirsyariya wan e ku xwedî li gerîla derkevin. Eger em ê xwedî li ciwanên xwe yên ku canê xwe fedayî gelê xwe dikin dernkevin, hingî em ê xwedî li çi derkevin? Gelê me yê Başûrê Kurdistanê hem divê xwedî li ewladên xwe derkeve yên ku jiyana xwe feda dikin, hem jî bi helwesta xwe bikin ku hêzên siyasî li ber vê dagirkeriyê rabin. Ev hewldana dagirkeriyê li dijî Kurd û Kurdistanê ye. Lewma divê em Kurdistanê bi hev re biparêzin. Divê lêgerîna ji bo parastina bi hev re ya Kurdistanê xurt bikin. Li dijî van êrişên ji bo qirkirinê tên kirin, eger em Kurdistanê bi hev re neparêzin, wê hêzên siyasî yên Başûrî ji vê yekê poşman bibin.
Gerîla derbê li dagirkeran dixin, wê hîn bêhtir jî lê bixin. Heta ku dagirker ji vê xakê bên avêtin wê berxwedan dewam bike. Xwedî kîjan piştgiriya siyasî û teknîkê dibe bila bibe, wê fedayiyên gelê Kurd gerîla li ber xwe bide. Berxwedêrên fedayî ji xwe jiyana xwe diyarî gel û Kurdistanê kirine. Lewma dagirker wê teqez li hemberî fedayiyan têk biçin.
Gelek caran qala têkliiyên KCK’ê bi Îranê û Sûriyeyê re tê kirin. Gelo têkiliyên KCK’ê bi Îran û Sûriyeyê re di kîjan astê de ne?
Em zanin ku têkiliyên bi vî rengî çima meraq dikin. Hûn jî ji bo dawîanîna li vê meraqê vê pirsê dikin. Heta dîlgirtina Rêber Apo têkiliyên me bi herdu dewletan re hebûn. Rêber Apo ji xwe li Lubnanê û Sûriyeyê dima. Lê belê piştî dîlgirtina Rêber Apo herdu welatan gotin, ‘PKK êdî wê tasfiye bibe, ji bo PKK’ê em çima bi hinekî din re bikevin nava pirsgirêkan’, ne bi temamî jî be têkilî bi dawî kirin. Car carna hin têkilî bê danîn jî ne hevdîtinên ku ji aliyê siyasî ve hêja ne. Sûriyeyê bi Peymana Enqereyê re têkiliyên bi Tirkiyeyê re sererast kir; gelek hevalên me teslîmî Tirkiyeyê kir.
Bi Sûriyeyê re ji Şoreşa Rojava ve têkilî hîn xerabtir bû. Em her tim alîgirê wê yekê ne ku pirsgirêkên Kurdan di nava sînorên Sûriyeyê de bên çareserkirin. Me name, peyam şandin û ev nêzîkatiya xwe me nîşan dan. Sûriye, ji ber têkiliya şoreşgerên Rojava ya di şerê dijî DAÎŞ’ê de bi koalîsyonê re danî, di nava bêbaweriyekê de bû. Hîn jî dawî li vê nêzîkatiya xwe neaniye. Em hîn jî alîgirê wê yekê ne ku li Sûriyeyeke demokratîkbûyî pirsgirêk li nava Sûriyeyê bên çareserkirin. Rêber Apo jî gelek caran destnîşan kir ku li ser bingeha xweseriya gelê Kurd, dostaniya Kurd-Ereb pirsgirêk divê bê çareserkirin. Dijberiyeke me ya li dijî Sûriyeyê nîne. Divê pirsgirêkên bi Kurdan re li ser bingeha demokratîk bên çareserkirin. Em destnîşan dikin ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk divê bê çareserkirin. Di vê çarçoveyê de bi Sûriyeyê re bi rengekî neyekser peyamên me çêdibin.
Bi Îranê re em xwedî sînorekî dirêj in. Em li dijî Îranê şer nakin. Îran car carna li ser sînor êrişî hêzên me yên gerîla dike, şer diqewime û ji herdu aliyan windahî çêdibe jî em bi baldarî tevdigerin ku ev şer timî nebe. Îran ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re hin caran êrişan dike, topbaranê dike. Sala 2011’an ji ber têkiliyên bi dewleta Tirk re êrişên berfireh li ser Qendîlê kir. Di encamê de jî ev şer bi agirbestekê bi encam bû. Niha pozîsyona me bi vî rengî ye. Ji ber hin pirsgirêkên li ser sînor, di ser sînor re hin hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin wateyeke xwe ya siyasî nîne, ji bo ewlekariya sînor e. Lê belê ji ber têkiliyên bi Tirkiyeyê re car carna bi hawan û katyûşa êrişî herêmên me dike. Kemînan datîne pêşiya gerîlayan. Lê belê heta niha agirbestek neyekser heye. Ji bilî vê yekê ti têkiliyeke me nîne.
Tê îdîakirin ku PKK ji Rojava vekişiya ye; di navbera KCK û QSD’ê de nakokî hene û sedema vê jî ew e ku petrola Rojava ji aliyê DYE’yê ve tê bikaranîn. Gelo ev rast e?
Rêber Apo 20 salan li Sûriye û Lubnanê ma. Bi gel re têkiliyên gelekî germ û kûr danî. Di encama vê de jî bi hezaran Rojavayî tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn. Di asta fermandar û şervanan de tevlî bûn. Bi hezaran şehîd dan. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo û PKK nirxekî Rojava ye. Ya wê koka vî gelî ji holê rakin, yan jî ev nirx wê her tim li Rojava hebin. Ji xwe hûn jî her roj dibînin ku ji Dêrikê heta Helebê gelê Kurd çiqasî bi Rêber Apo re dilsoz e.
Di têkbirina DAÎŞ’ê de ya li Rojava, gerîla bi roleke girîng rabû. Di êrişên DAÎŞ’ê de bi hezaran gerîlayên PKK’ê li Rojava şehîd bûn. Hîn jî bi sedan, bi hezaran gerîla hene ku ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê çûn û li wir mane. Ji ber ku Rojava parçeyek ji Kurdistanê ye li wir dimînin. Ne em dikarin wan bi zorê ji wir vekişînin, ne jî bi zorê dikarin ji wir bên vekişandin. Ew welatê xwe diparêzin. Ji xwe di navbera Rojava û Bakur de têkilî û xizmtiyeke dîrokî heye. Sed sal in sînor xistine navbera wan û ew parçe kirine.
Beşek ji yên ji bo şerê dijî DAÎŞ’ê çûn wir bi demê re vegeriyan, beşek jî man. Ji bilî vê yekê ti rojeveke PKK’ê ya mayin an jî vekişîna ji Rojava nîne. Ya rast, hewldanek heye ku dixwaze Şoreşa Rojava ji bin bandora Rêber Apo derxînin. Gelê Kurd jî bi xwedîderketina li Rêberê xwe bersiva vê dide. Gelê Rojava tevî Ereb û Suryaniyan hem sîstema xwe ya xweseriya demokratîk hem jî hêzên xwe yên xweparastinê ava kirine. Lewma xwedî sîstem û hêza xweparastinê ye. Di her êrişeke dijî Rojava de gelê me yê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat li gel Rojava cih digire. Jİ xwe sekna neteweyî ya Kurd jî vê yekê dixwaze. Bêdengiya li dijî şer û êrişek li ser Kurdistanê, hewldana dagirkeran û dijminên Kurdan û hevkarên wan e. Berpirsyariya her Kurdekî welatparêz e ku vê nêzîkatî û têgihiştinê qebûl neke.
Di navbera KCK û QSD’ê de nakokî nîne. Ew biryarên xwe bi xwe werdigirin û bi cih tînin. Di mijara bikaranîna petrolê de jî nêzîkatiyeke me ya welê nîne ku kî divê bi kar bîne, kî bi kar nîne. Ya ku em dibêjin wiha ye; Petrolên Sûriyeyê yên Sûriyeyiyan hemûyan e. Petrola li Sûriyeyê divê weke yek ji mijarên hevpar ên têkilî û yekîtiya Kurd-Ereban bê dîtin.
Di navbera KCK û PDK’ê de çi nakokî hene?
Li dijî PDK’ê nêzîkatiyeke me ya neyînî nîne. Ji ber têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a mêtinger qirker ku ev dewlet serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, li dijî tevgera me hin nêzîkatiyên xwe yên neyînî çêdibin. PDK li dijî polîtîkayên qirkirinê û zextên dewleta Tirk gotinek bi tenê jî negotiye. Berevajî vê yekê, dewleta Tirk êrişî ku derê bike, PKK’ê weke hincet nîşan dide. Dibêje li Rojava PKK heye, li Şengalê PKK heye, li Herêmên Parastinê yên Medyayê PKK heye. Nikare vê bêje; beriya her tiştî dewleta Tirk qirker e, ji ber vê jî êrişî destketiyên Kurdan dike. Piştî referandûmê, dewleta Tirk tiştek nehişt ku ji PDK’ê re negot. Em weke Kurdekî ji van gotinan gelekî êşiyan.
Dewleta Tirk ji bo êrişên xwe yên li dijî PKK’ê rewa bike û asayî nîşan bide, timî têkiliya xwe ya bi PDK’ê re weke mînak nîşan dide. Me negotiye ku bila PDK têkiliyên bi dewleta Tirk re daneyne. Me got, bila ev têkilî li dijî PKK’ê yan jî partiyeke din a Kurd nebe, bila ev têkilî li dijî parçeyên Kurdistanê nebe. Lê belê têkiliya bi dewleta Tirk re dibe sedem ku PDK bi rengekî neyînî nêzî me bibe. Mînak; dorpêçiya PDK’ê ya li derdora qadên gerîla, şidandina sînorên navbera Rojava û Bşaûr, ambargoya li ser Mexmûrê gav û encamên têkiliyên bi dewleta Tirk re ne. Weke ku PDk bi destê dewleta Tirk polîtîkaya bisînorkirina PKK’ê dimeşîne. Ji xwe dewleta Tirk di şerê dijî PKK’ê de PDK’ê bi kar tîne. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên bi PDK’ê re rû didin ji ber vê yekê ne. Ji bo bisînorkirina tevgereke Kurd ti hewldaneke me nîne, ti têkiliyeke me ya bi hêzeke cuda re ji bo vê armancê nîne. Li dijî partiyeke Kurd em piştgiriyê nadin partiyeke cuda ya Kurd. Çawa ku em dixwazin bi her partiyeke Kurd re têkiliyeke baş deynin, bi PDK’ê re jî em dixwazin têkiliyeke baş deynin. Ya rast jî ev e.
Em zêdeyî 40 sal in li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Em nikarin qebûl bikin ku PDK bi zora dewleta Tirk bêje ‘ji vir derkevin’. Em li vir nabin sedema pirsgirêkekê. Li van herêman heta çend sal beriya niha têkiliyên me baş bûn. Em dîsa alîgirê wê yekê ne ku têkilî baş bibin.
Tevlîheviya li Şengalê dewam dike. Têkildarî peymana PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê, nêrîna KCK’ê çi ye?
Şengal beriya demeke nêz bû hedefa êrişa DAÎŞ’ê, qirkirin lê bû, bi hezaran şehîd hate dayin, bi hezaran keç û jinên Şengalê di nava sîstema destavêtinê de hatin bicihkirin. Lewma divê mirov vê travmaya li ser xelkê Şengalê bibîne. Piştî ewqas bûyerên qewimîn, mafê ti hêzê nîne ku ji bo Şengalê bêje ‘Em li hev kom bûn, me pirsgirêk bi vî rengî çareser kir’. Exlaqeke civakî, exlaqeke siyasî, wijdanê civakî heye. Gelo çêdibe ku mirov tiştên bi serê Êzidiyan hatiye jibîr bike û bi vî rengî çareseriyekê peyda bike? Çareseriya ku li Şengalê bê afirandin, sîstema siyasî, civakî û leşkerî ya bê avakirin divê xwedî wê ast û naverokê be ku dawî li vê travmayê bîne, dawî li van êşan bîne. Ya girîng ew nîne ku KCK bi çi rengî lê dinere. Ya girîng e ew ku Êzidî çawa lê dinere. Êzidî li wir hene ku dema DAÎŞ’ê êriş kir dest ji xaka xwe bernedan, tevî gerîla li ber xwe dan û jiyanek ava kirin.
Gotina; peymana Iraq-PDK’ê bi xwe şerm e. Êzidiyên ku hatin qirkirin di nava vê peymanê de qet nîne. Armanca bingehîn a vê peymanê belavkirina sîstema civakî ya demokratîk a li wir e ku ji aliyê berxwedêrên li wir ve hatiye avakirin. Xalên din ên peymanê tenê ji bo nixumandina vê rastiyê ye. Qaşo wê maeşê karmendiyê û leşkeriya bi pereyan bê dayin; eger sîstema demokratî bê xerakirin qaşo wê Êzidiyên ji aliyê PDK’ê ve dîl hatine girtin li Şengalê vegerin. Divê neyê jibîrkirin; ew Êzidî ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û YPG’ê ve ji qirkirinê hatin rizgarkirin. Bê şik û gumanan dikarin li Şengalê vegerin. Li Şengalê tevlîhevî nîne; li Şengalê aramî heye. Eger wê qala pirsgirêka tevlîheviyê bê kirin, ev yek jî dewleta Tirk û PDK ye ku dixwazin sîstema demokratîk a li wir tune bikin. Bi zexta dewleta Tirk û PDK’ê, Iraq gefê li Şengalê dixwe.
Eger Iraqê û PDK’ê bang li nûnerên Êzidiyan ên li wir bikira û bigota, ‘Hûn hatin qirkirin; xweserî mafê we ye, cih û warê we wê di bin rêveberiya we ya xweser de ji aliyê meclîsên we ve bê birêvebirin û asayîş jî wê di bin kontrola we de be’, çareseriyeke bi vî rengî hebûya, gelo me yê çi bigota! Em tenê dibêjin ku daxwaza jiyaneke xweser a Êzidiyan li Şengalê mafê wan e û em piştgiriyê didin vê daxwazê. ya rast her kesên xwedî wijdan û exlaqa civakî, her hêzeke xwedî wijdan piştgiriyê dide vê daxwazê. Her hêza siyasî û dewleta ku piştgiriyê nadin daxwaza jiyana xweser a Êzidiyan divê mirov li exlaq û wijdana wan a siyasî bipirse.
PDK li dijî rêveberiya xweser a Şengalê ye. Dewleta Tirk gefê li Şengalê dixwe. Bi dîtina we çareseriya pirsgirêka Şengalê çawa ye?
Mirov nikare fêhm bike bê çima PDK xweseriyê qebûl nake. Gelo xweseriya Şengalê zerareke çawa dide kê? Ji xwe hem PDK hem jî Iraq deyndarê Şengalê ye ku xweseriyê bide wan. Tenê bi vî rengî Êzidî dikare PDK’ê û Iraqê qebûl bike, bi wan bawer û piştrast be. Divê êdî dest ji feraseta navendîperestiyê bê berdan a ku dixwaz her cihî bi rê ve bibe. Demokrasiya xwecihî û rêveberiyên xwecihî êdî şertê demokrasiyê ne. Feraseta ku hewl dide rêveberiya her tax û bajarî bi xwe diyar bike, encama zîhniyeta siyasî ya beriya Şerê Cîhanê yê 2’emîn ê sedsala 20’î ye. Êdî li cîhanê civakên xwedî nasname, çand û baweriyên cuda ne, li ser bingeha zîhniyeta demokrasiya xwecihî xwe bi xwe bi rê ve dibin. Kurd û hêzên wan ên siyasî ku di bin mêtingerî û dagirkeriyê de ne, gefa qirkirinê li wan tê xwarin, divê vê yekê baştir fêhm bikin. Gelo Başûrê Kurdistanê daxwaza xweseriyê ji Iraqê nexwest? Her wiha dibêje; divê serbixwe bibim. Wê demê divê piştgiriyê bide xweserî û xwerêveberiya Êzidiyan. Ev yek wê tenê ji bo PDK’ê bibe cihê hurmetê.
Dewleta Tirk li ti cihî feraseta Kurdên azad qebûl nake. Dema ku piştgirî da DAÎŞ’ê, bi DAÎŞ’ê re di nava têkiliyê de bû, gerîlayên HPG-YJA Star û YPG’ê Şengal ji êrişa qirkirinê ya DAÎŞ’ê parast. Ji ber vê yekê jî Êzidiyan ji Rêber Apo hez kir. Naxwe li wir gerîlayên HPG û YJA Starê nemane. Di 1’ê Nîsana 2018’an de bi merasîmekê ji Şengalê derketin. Bêguman eger êrişek li ser Şengalê bibe, Tevgera Azadiyê wê bi berpirsyariya xwe ya neteweyî û exlaqî careke din bixwaze alîkariyê bi Şengalê re bike. Naxwe ji bilî sepatiya li me, ti hêzeke me li wir nîne.
Çareseriya li Şengalê xweparastin û xweseriya Êzidiyan e ku nasname û çanda xwe cuda ye û 74 ferman li wan rabûne. Di vê rêveberiyê de kîjan fikrê siyasî serdest be, ew negirîng e. Di meyleke siyasî divê nebêje ku divê ez lê serdest bim. Divê hurmet ji xwerêvebirina Êzidiyan re bê nîşandan. Piştî ku xwerêveberiya Êzidiyan hate qebûlkirin, ji her d erê çavdêrên siyasî dikarin biçin wir, bi vî rengî hilbijartin dikare bê kirin û wê demê Şengaliyan kî hilbijart, ew dikare bibe rêveber. Çareserî divê bi vî rengî be. Li gorî me; bila xweser be, kî bi rê ve dibe bila bi rê ve bibe. Em ê vê qebûl bikin û hurmetê nîşanî vê bidin. Di daxwaz û bendewariyeke me ya cuda nîne.
Têkiliyên navbera KCK û YNK’ê çawa ye? Bi qasî ku tê gotin bi YNK’ê û Lahor Talabanî re baş e?
Em dixwazin bi hemû partiyên Kurdan re xwedî têkiliyeke baş bin. Ya rast û normal ev e. Ji bilî fikren cuda, têkiliyeke nebaş a bi partiyên Kurd re şaş e. Em dixwazin bi PDK’ê re jî bi YNK’ê re jî, bi Goran re jî, bi Yekgirtû Îslamî û Komala re jî têkiliyeke baş deynin.
Ji bilî PDK’ê bi rêxistinên din re pirsgirêkên me yên cidî nîne. Bi YNK’ê re têkiliyên me hene. Bi temamiya YNK’ê re têkiliyên me hene. Muxatabê me şexs nîne, saziyên YNK’ê ye. Têkiliyên me bi rêxistina Mam Celal re dewam dike. Wextekê di navbera me û wan de jî pirsgirêk hebûn. Niha tiştekî ku em tehdeyê li hev bikin, nîne. Lê belê ji ber zexta dewleta Tirk û PDK’ê, car carna nêzîkatiyên wan ên neyînî li dijî tevgera me tê dîtin. Ji bilî cudahiya polîtîkayê û fikrî ya li ser bingeha demokratîk, rast nîne ku siyasiyên Kurd tehdeyê li hev bikin. Ji xwe pirsgirêkên navbera hêzên siyasî yên Kurd gelek caran ji aliyê hêzên derve ve tên afirandin. Dewleta Tirk dixwaze di navbera me û YNK’ê de pirsgirêk hebin. Polîtîkayeke PDK’ê jî heye ku dixwaze me û YNK’ê li ber hev rake.
Em ji we bipirsin, ji her kesî bipirsin; gelo têkiliyeke me ya baş a bi YNK’ê re baş e yan nebaş e? Têkiliyeke me ya baş a bi YNK’ê re wê kê aciz bike? Eger têkiliya me ya bi PDK’ê re sererast bike, wê herî zêde dewleta Tirk ji vê aciz nebe?
Di mijara pirsgirêkên navbera PDK û YNK’ê de tê gotin ku em li aliyê YNK’ê ne. Ev jî provokasyoneke bi zanebûn tê kirin. Têkiliya me bi rêxistin an jî hêzeke siyasî ti carî ji bo dijberiya li hêzeke cuda nîne. Yan jî eger di navbera me û partiyekê de pirsgirêk hebe, gelo divê di navbera me û yên din de jî pirsgirêk hebe? Bêguman hin hêz hene ku dixwaze di navbera me û komên siyasî yên Kurd de pirsgirêk hebin. Bêguman ev jî dijminên Kurdan e. Wezîfeya me ew e ku kêfa dijminê Kurdan neynin.
Dîmenê kesên ku sîxuriyê ji Tirkan re dike gelek caran di medya Kurd de hatin weşandin. Gelek caran hate gotin ku di navbera berpirsyarên partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û MÎT’ê baş e. Bandora îstîxbarata Tirk û Îranê ya li Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Di van mijaran de hûn dixwazin çi bêjin?
Bi qasî ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re bike û bike ku gerîla bên qetilkirin, xayîntiyek ji vê mezintir nîne. Di serdema heyî de ji ber madiyatperestiya modernîteya kapîtalîst nirxên exlaqî û wijdan têk çûye. Bêguman li nava piraniya civaka Kurd nirxên exlaqî û wijdanî gelekî xurt e. Lê belê li Başûrê Kurdistanê gelekî xweziya xwe li jiyana modernîst tîne. Bi rêya hin televîzyon û derdoran jî teşwîqa vê yekê tê kirin. Welê lê hatiye ku rêzefîlmên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê tên nîşandan. Ev hewl didin Kurdan ji çanda wan dûr bixînin û çanda Tirk li Başûr belav bikin. Bi rêya vê yekê jî bingeh ji dagirkeriyê û desteserkirinê re tê danîn. Fethkirin di vê serdemê de destpêkê bi çandê tê kirin. Piştî ku ev hate kirin desteserkirina ji aliyê siyasî û dagirkirina leşkerî ne karekî zehmet e. Rêzefîlmên ji Tirkiyeyê tên anîn jî bi gelekî erzanî didin. Her wiha hinek ji wan belaş jî didin. Bi vî rengî bandora dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê tê xurtkirin. Ji ber ku tiştên bi pereyan nikarin bên bidestxistin bi rêya van rêzefîlman tên kirin. Hem bi vî rengî bingeha çandî ya sîxuriya Tirk tê danîn, hem jî mirovan ji nirxên wan ên manewî tên dûrxistin û berê wan didin jiyaneke madî û şexsî. Li nava civakê xwegihandina madeyên xwarinê bûye nirxê herî bingehîn. Ji ber vê yekê jî mirov xwe difiroşin. Cihê şermê ye ku dewleta Tirk Kurdan dikire. Divê her Kurdek li ber vê rabe. Bêguman Îran jî di nava hewldanên bi vî rengî de ye. Bi rêya hin kesên ku kirîne îstîxbaratê kom dike. Lê belê kiryarên Tirkiyeyê û encamên wê gelekî girantir e. Bi sedan gerîla ji ber îstîxbarata sîxuran ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ev rewş bi qasî ku me eleqedar dike, tevahiya welatparêzên Başûrê Kurdistanê jî eleqedar dike.
Dewleta Tirk di şerê dijî Kurdan de rêbaza sîxurkirinê gelekî bi kar tîne. Li Bakurê Kurdistanê li dijî ciwanên Kurd ên destgîrkirî, destavêtinê weke amûreke sîxurkirinê bi kar tîne. Dewleta Tirk ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, li dijî têkoşîna azadiyê serî li her rê û rêbazê dide. Dewleta Tirk vê dike, lê divê em mehkûm bikin. Divê partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend û rêxistinên civakî yên sivîl sîxuriya ji bo dewleta Tirk û bi vî rengî qetilkirina gerîla weke sûcê herî mezin, dijminatiya li Kurdan, bêexlaqî û bêwijdaniyê ragihînin. Di vê mijarê de wezîfeyê gelekî girîng dibe para meleyên Kurd. Divê ew ji civakê re bêje ku sîxurtî dijminatiya li Kurdan e, bêexlaqî û bêwijdanî ye. Eger ev helwest bê nîşandan, bi temamî nebe jî wê bi giranî pêşî li sîxuriyê bê girtin. Bêguman beriya her kesî divê PDK û YNK di vê mijarê de helwesteke eşkere nîşan bidin. Bi taybetî di nava îstîxbarata PDK’ê de hin kes hene ku ji bo dewleta Tirk dixebitin. Em nizanin ku haya rêveberiya PDK’ê ji vê heye yan na. Sîxurên MÎT’ê yên ku me ew girtin gotin ku berpirsyarê Parastinê yê li maseya PKK’ê dinere bi MÎT’ê re têkildar e û gelekî pereyan ji MÎT’ê distîne. Ji qada YNK’ê jî me hin sîxur girtin ku têkildarî Qendîlê ji bo dewleta Tirk îstîxbarat kom dikir. Bi qasî PDK’ê nebe jî li Qendîlê jî ji ber îstîxbarata ku ji dewleta Tirk re hate dayin hin hevalên me hatin qetilkirin. Hîn nehatiye zelalkirin ku yên li Silêmaniyeyê ji bo qetilkirina du hevalên me îstîxbarat dane kî ne.
Li Behdînanê ji ber îstîxbaratê bi sedan hevalên me di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn. Nabe ku em vê rastiyê jinedîtî ve bên. Bêguman em ê gelê xwe, rewşenbîran û hêzên siyasî di vê mijarê de agahdar bikin. Naxwe ti nêzîkatiyeke me nîne ku hêzeke siyasî belasebep tawanbar bikin.
Piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar, di hevpeyvîneke xwe de we bal kişandibûn ser ihtimala destpêkirina şerekî mezin ê PDK û Tirkiyeyê. Gelo dibe ku di navbera we û PDK’ê de şer biqewime?
Me, ji ber polîtîkayên dewleta Tirk û PDK’ê bal kişandibûn ser ihtimaleke wiha. Dewleta Tirk şerekî bi vî rengî yê berfireh amade dikir. Di vê mijarê de agahî digihîştin me. PDK’ê jî gavên xwe yên ji bo dorpêçkirina qadên gerîla zêde kiribû. Van nîşan dida ku ne êrişek, lê belê şerekî berfireh dibe ku rû bide. Ji xwe êrişa li ser Garê, piştre jî êrişên berfireh ên li ser Metîna, Zap û Avaşînê pêşdîtina me piştrast kirin. PDK yekser di nava şer de nebe jî, dewleta Tirk ji sînorê Sûriyeyê heta sînorê Îranê li qadeke berfireh êrişan dike. Dema ku êriş bir ser Xakurkê hate dîtin ku PDK û dewleta Tirk di nava helwesteke hevpar de ne. Ji xwe nepêkane bû ku xwe nespêre PDK’ê nikare xwe bigihîne Xakurkê. PDK niha bi hêzên xwe yên leşkerî di nava vî şerî de nîne. Lê belê bi astengiyan, bi bicihbûna li hin herêman êrişa dewleta Tirk hêsan dike. Ji xwe li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 15 baregehên xwe yê leşkerî heye. PDK yekser di nava vî şerî de nîne, lê belê rewa dike. Li dijî van êrişan helwestê nîşan nade. Her wiha Mesrûr Barzanî, berê jî niha jî got, ‘Dewleta Tirk ne li dijî Kurdan e, lê li dijî PKK’ê ye’. Bi vê gotinê hewl da ku êrişan mafdar û rewa bike.
Ti hewldan û nêteke me nîne ku li dijî PDK’ê şer bike. Eger polîtîka û nêzîkatiyeke me ya bi vî rengî hebûya, gelek sedem ji bo vê hene. Tevî ku li Zînî Wertê li hevalê me hat xistin jî em bi xwînsarî û berpirsyarî tevgeriyan. Li qada Bradostê Fermandarê me yê Eyaleta Xakurkê dema ku bi fermandarên Iraqî re hevdîtin dikir, kirin hedefa balafirên şer ên Tirk. Em gelekî bi xwînsarî tevgeriyan. Dewleta Tirk ji xwe dixwaze ku em li dijî PDK’ê şer bikin; ji ber vê yekê jî em bi sebir tevgeriyan. Lewma heta ku PDK yekser êrişî me neke û bi rengekî eşkere piştgiriyê nede êrişa tunekirinê ya dewleta Tirk, em ê bi PDK’ê re şer nekin.
Divê PDK li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê helwestê nîşan bide. Ev êriş di heman demê de êrişên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tunekirina destketiyan hemûyan e. Eger pêşî li van êrişan neyê girtin wê şer li kûrahiya Başûr belav bibe, di rewşeke wiha de jî wê dewleta Tirk zorê bide PDK’ê ku yekser tevlî şer bibe. Dewamkirin û belavbûna êrişa li ser Zap, Avaşîn û Metînayê, wê bike ku PDK bibe parçeyekî yekser ê vî şerê dewleta Tirk. Naxwe ti fikrekî me, ti nêteke me nîne ku li dijî PDK’ê şer bike.