NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê şivanê bi navê Şahap Şendol ê 23 salî û Celîl Ekîncî yê 17 salî bûn hedefa leşkerên Tirk.
Li gorî agahiyan, bûyer li gundikê Çemêkurkê yê li gundê Haci Beyê roja 18’ê Gulanê saet di 07:00 de qewimî. Gundê Haci Bey li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye.
Şendol dema ku li pezê xwe yê windabûyî digeriya, Celîl Ekîncî jî dema ku bazirganiya çixareyan dikir bûn hedefa êrişa leşkerên Tirk.
Di encama vê êrişê de ku bêyî ‘hişyarkirinê’ hate kirin, her du kes birîndar bûn. Xelkê herêmê birîndar rakir nexweşxaneyek li Başûrê Kurdistanê.
Şendol ê ku ji destê xwe birîndar bû ji nexweşxaneyê derket, lê Ekîncî yê ku fîşek li zikê wî ket, hîn jî tê tedawîkirin.