BURSA – Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo roja Duşemê hevdîtinê bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Mehemt Ocalan, wasî Mezlûm Dînc û xizmên girtiyên din ên li Îmralî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa bi hinceta ‘Nexşerê’ ya ku Abdullah Ocalan sala 2009’an li gel parastina xwe ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) şandibû, 23’yê Îlona 2020’ê ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran derxistibû. Tevî ku biryara qedexeyê 23’yê Adarê qediya jî, hemû serlêdanên parêzeran bi neyînî yan jî bê bersiv tên hiştin.