NAVENDA NÛÇEYAN –
QASIM ENGÎN
Rêbaza Saddam a Şerê Taybet him gopal bû him jî şekir bû. Him jar-axû bû him derman bû. Him nerm bû him hişk bû. Him dida jiyandin him dida kuştin. Him hevdîtin bû him Enfal bû. Him otonomi bû him çol kirin bû. Him têr dikir him birçiyan dikuşt.
Saddam di sala 2003 de rûxandin û di sala 2006’an de jî pir bi trajêdiyek mezin îdam kirin. Saddam çû, lê rêbazên Saddam neçûn. Neçûn ji ber ku rêbazên Saddam xwe dispartin dîroka kewnar ya Irak, bi gotinên din rêbazên Saddam xwe dirêjî dîrokê dikir û çandek avakirîbû. Saddam jî bi rêbazên xwe ev çanda domand û ji bo hineka îcar ev bi xwe, bû çandek. Yên ku dijî Saddam rabûn ser piyan ruxme ku dijî wî bûn, lê mixabin ji ber ku ferî çanda wî bibûn heman tiştên Saddam meşandin. Heta li hinek cihan de li Saddam zêdetir bûn Saddamî.
Tê zanîn, Saddam herî zêde zulmek mezin yek li ser Şîayayan meşandin yek jî li ser Kurdan. Pir bi trajîke ku dema Şîa hatin desthilatdarî, îcar wan bi rêbazên Saddamî erîşê civaka Sunne kirin û ew perçe perçe kirin. Heta ewqasî ne heqî li wan hatibû kirin ku, ketin legerên pir hişk wek El Kaîde, wek DAÎŞ û her wiha. Raste DAÎŞ zarokê CÎA yê netraşbûyîye ango bi rî ye. Lê çavkaniya xwe yek jî di nêzîk bûyînên Şîayên desthilatdar yên ku bi rêbazên Saddam tevdigerin digirt.
Ev tişta di heman demê ji bo hêzên desthilatdar yên Kurd jî derbasdare. Kurd jî gelekê qedîm û kewnareyên vê erdnîgariye ne. Her wiha Kurdan jî taybet yên ku bi siyasetê re mijûl bûyîn, yên ku bi Saddam re kar kirine ango dijî wî şer kirine rêbazên Saddam tamkirine. Li ser vê yek jî li Kurdistanê de feodalî hakîme, bi zimanek din Kurd derveyî rêbazên Saddam rêbazên feodalan jî baş dizanin û baş jî kar anîne. Her wiha gelek ji siyasetmedar û heta şerwan û serokê Kurdan xwe feodalin, li navarasteka feodalî bi rêbazên feodali mezin bûne.
Beriya ku Saddam hilweşe rêxistinên Kurdan gelek rêbazên feodalî yên hişk, yên teşhir kirinê, yên xapandinê, yên serî çewsandinê, yên ku bi dijminê xwe re dibe yek û dijî birayê xwe şer kirine, pir jiyane. Çendî rêxistinên Kurd û şervanên wan bi destên hêzên Kurd yên ku xwe destihilatdar û bi hêz dizanîn ve hatine kuştine, kêm zêde tê zanîne. Çawa muhalîfên xwe dane revandine, heta hinek caran kuştine û bedenên wan teslîmî dewletên dagirker kirine jî tê zanîne.
Ev pir bi zanabûn an jî ne bi zanabûn jî bibe, rêbazên qirêj yên ku di milê; Rahîban, Sargonan, Hamurabiyan, Asuran heta Abbasiyan, Moxoliyan, Osmaniyan û her wiha hatine kar anîne. Ev wek çandekê di feodaliya Kurd jî bûye xisletek ango karakterek û bi dilê xwe heta wek çandekê meşandine.
Birakujiya ku tê gotin ev bi xwe ye. Dr Şivan, Suleyman Muînî, Alî Asker û her wiha sedan heta hezaran kesên wiha bi çi rengî, bi çi şêwazî hatibûn kuştin jî tê zanîne.
Dîsa dek û dolab bi çi rengî û bi çi şêwazê hatine meşandine jî tê zanîne. Pêwîst nake ku, pir bi firehî ev mijarane werin vekirin.
Lê ya girîng ew e ku desthilatdarên Kurdistanê îro çi rêbazan dijî gelê Kurd, dijî muhalefên siyasî kar tînine. Her wiha çawa jinan û ciwanan serkut dikine. Çawa bi birçî bûyînê, bi girtin û kuştinê, bi zik têr kirinê, civakê û endamên civakê dîl digirine.
Ji bo ev were fêm kirin pêwîste ku em dîroka nêz bimeyzînin.
Bi Şerê Kendavê yê Yekemîn (1991) re bandora rejîma Iraqê ya Seddam a li ser Başurê Kurdistan dest bi lewazbûnê kiriye. Bi vê pêvajoyê re DYE bi xwe spartina hêzên Başurê Kurdistan hewl daye ku li Iraqê bibandor bibe. Vê jî yekser li ser Başurê Kurdistan ji hêla civakî û siyasî ve bandorek çêkiriye. Di qada siyasî de Kurdistan wek reng û nav hatiye bikaranîn, di qada civakî de jî çînîbûna ku hetanî wê pêvajoyê ji aliyê xwecihîtî û eşîrtiyê ve dihate nixumandin, dest bi derketina pêş kiriye. Li ser vê teşegirtina bi vê pêvajoyê re, êdî destbi pevçûna bidestxistina rantê- ango bi diziye, bertilxwariyê hatiye kirine. Desthilatdarên nû ku êdî derfet zêde ketiye destê wan e, hêna zêde bûne noker ango hevkarê serdestên din. Wek nokeriya pêş ya DYE û her wiha.
Em bala xwe bidinê, yên ku wek te û min berê tiştekî wan nebû, di demek kurt de bûn xwedanê giştî Başûr, bûn milyarder, bûn xwedanê fabrîka û qesran. Erebayên luks ango biha ji binî wan kêm nebûn. Bînayên mezin û luks, hotelên li ser dehan katan û her wiha ax bû ya wan.
Pir balkêş e ku, yên ku dijî Saddam derdiketin yek bêguman ji bo mijara netewî dij derketîbûn yek jî ji ber ku her tişt yên Saddam bû dijî derketîbûn. Ji ber ku birçî bûn, ji ber ku nikarin xwe serbest îfade bikin dijî Saddam û rêjîma Saddam derketîbûn.
Lê pir balkêş e ku, pê Saddam şûn ve kesên wek Saddam bi heman rêbaza Saddam peyda bûn û hewldan ku Kurdan wek Saddam rêvebibin. Bi ferqekê, ew jî ew e ku; Saddam bi erebî dimeşand yên niha bi Kurdî dimeşînin. Hêna balkêştir jî ew e ku, bi heman rêbazên Saddam!
Bêguman piştî erîşa DYE êdî tenê rêbazên berê yên feodali ne di dewrêyê de bûn, êdî DYE modernite kapîtalîst jî anîbû herêma me. Êdî rêbazên kapîtalîst modernite jî li Kurdistan de ketibûn dewrêye da ku civaka Kurd û ciwanên wan kontrol bikin.
Bi destwerdana DYE ya leşkerî ya di sala 2003’an de re wekî li tevahî Iraqê, li Başurê Kurdistan jî pêvajoyeke nû dest pê kiriye. A rastî dikare were gotin ku di vê pêvajoya bi sala 2003’an re dest pê kirî de Başurê Kurdistan, di edrnîgariya ku di nava sînorên dewleta Iraqê de tê pejirandin de ketiye rewşeke biawantaj.
”Di aliyê Başurê Kurdistan de ev pêvajoya hatî destpêkirin, digel li gorî herêmên din wek aramiyekê tê nirxandin jî, gava di çerçeveya Şerê Taybet de were nirxandin, tê wateyeke hêj cuda. Ev tê wateya ku li Başurê Kurdistan Şerê Taybet vediguhere xisleteke rejîmî. Bêhtir di qadên siyasî, civakî, çandî û her wekî din de sepanên Şerê Taybet ava bûne. Lê belê dev ji rêbazên Şerê Taybet ên klasîk ên tepisandinê jî nehatiye berdan.
Avakirina yekîneyên taybet, vê ya ku ji mafên heyî her kes nikare wek sûd werbigire, bêdaletî, qedexeyên siyasî û astengiyên tên pêşxistin, girtîbûna ji mûxalefetê û ramanên azadîparêz re, nenaskirina mafê xwe birêxistinkirin û xwe îfadekirinê û her wekî din, nêzkatiyeke gelekî hişk heye.
Gava texlîtkeriya Ewrope û postmodernîzm tê bipêşxistin, Kurd ku taybetmendiyên demokratik komînal vedihewîne, bilez jî rewşa xwe ya xwezayî dûr dikeve. Bi bipêşxistina oto-asîmîlasyonê ya di nav Kurdan de, tê xwestin ku vê derê veguherînin qadeke ku dixwazin Kurdîtiyê tê de biqedînin. Di qada aboriyê de cudahiyêk gelekî zêde mezin tê jiyîn. Li aliyekî birçîtî, xîzzanî û bêkarî bipêş dikeve, li aliyê din jî çînekî dewlemend û noker ku dixwaze hemû çavkaniyên welat ên dewlemendiyê bike malê xwe, diafirînin. Ev hemû jî dane der û nîşana xiseletê Şerê Taybet ê rejîmî ye.”
Saddam herî zêde gel bi birçîbûyînê terbiye dikir. Bi gotinek din birçî dihêşt pê re jî bi zik têrkirinê teslîm digirt û bi xwe ve girêdida. Ji muhalefete rê nedida, pir hişk diçû ser, li hember muhalefetê ango yên dijberên xwe gopal lê ji bo jiyaneke derveyî siyaset û dijberî jî şeker heta hingiv belav dikir. Gelek tişt bê pere û beleş, lê mûçe jî her tim amade. Lê kengî dema yekî dixwast derveyê vê pergalê bibe, mûçe û maddeyên xûrekî dihatin kut kirin. Heta pirî caran ne tenê ew kesê ku dijî rêjîmê derketî dihate hedef kirin, na mûçe û maddeyên xûrekê li giştî mirovên wî kesî dihate kutkirin. Bi gotinek din hemû malbat dibû hedef. Malbatên ku ne dixwestin bibin hedefa Saddam îcar bi destên xwe diçûn ser zarokên xwe û gelek caran jî bi destên xwe zarokên xwe teslîmî Saddam kirine.
Ma li şerê têkoşîna azadiya Başûr de çiqas ciwanên wiha bi destên malbatên xwe, xismên xwe û bi destên cahşan ji Saddam re hatine teslîm kirine?
Ger em vegerin desthilatdarên ku ji Saddam ferî desthilatdarî bûne werin, yê were dîtin ku, desthilatdarên niha jî heman rêbazan kar tînine.
Mînak, îro di başûr de tenê çend pîşêyên esasî hene, yek memurtiye yek jî peşmergetiye. Wek din karên dîtir li başûr de pir kêm in. Yên memur jî hinek mamostanin, yê din jî yên ku bi hêzên desthilatdarî ve kar dikine.
Em bala xwe bidinê, karek din nîn e, ango pir kêm e. Çandînî miriye. Yên ku bixwazin çandînî bikin jî nikarin malên xwe bifroşin ji ber wê jî çandinî, ajalgerî dimire ango miriye.
Mînak kesekî ku hiriya pazê xwe bifroşe nameye. Hiriyê kom jî bike kesekî bikire nîne, ji ber ku hemû tişt li derve tên. Sebze, feqî, goşt, hirî, mast û her wiha her tişt li derve tê. Ji ber wê rençberî dimire, çandînî dimire, ajaldarî dimire. Bi gotinek din gund dimirin û bajar diwerin û mezin dibin. Li bajaran jî kar nîne, mûçe heye. Mûçe jî hêzên desthilatdar didin. Perê mûçeyan jî, perê peşmergetî jî perê ji bo mûçeyên şehîdan jî hêz û rêxistinên desthilatdar didin.
Xwedê nake, dema hêzên desthilatdar wan mûçeyan ji ber hinek sebeban ango ji ber hinek ne razîbûyînan xwe nedin, yên ku destên xwe li ber mûçeyan ve dikin yê çawa bijîn?
Di cihêk wiha de ma şansa mirovan heye ku dijî hêzên desthilatdar, ev Kurd jî bibin, derbikevin?
Kî dikare dengê xwe li dijî deste ku wî têr dike bilind bike?
Kî dikare li cihek wiha de, ew bi zimanê xwe jî biaxive, ev bi cilê Kurdînî jî bigere, ev bi çanda xwe jî bijî, dikare bêje; ”ez azad im, ez li gore bîraweriya xwe dijîm, ez li gore vîcdanê xwe tevdigerim?”
Ango çend kesê wiha îro li başûr de henin?