BEHDİNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kiribû:
“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 6’ê Gulanê saet di 13:00 de li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Zendûra yê Metînayê 2 çalakiyên hewayî li dar xistin. Herdu çalakî bi rengekî serketî pêk hat.
Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, 7’ê Gulanê saet di 10:30 û 10:40’î de li dagirkerên li ser Girê Zendûra yê herêma Metînayê xistin. Di van çalakiyan de bi rengekî serketî li dagirkeran hate xistin.”