KOBANÊ – Dayikên gerîla bi hevkariya Kongreya Star a bajarê Kobanê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qada Jina Azad kom bûn û daxuyaniyek dan. Yadê Neîme Eqîl daxuyanî xwend.
Dayikên gerîla êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin û berxwedana gerîlayan silav kir.
Di daxuyaniyê de, dayikan bêdengiya navneteweyî ya der barê sûcên dewleta Tirk de şermezar kirin, her wiha bang li hemû hêzên kurdî kirin ku bibin yek û li hemberî dewleta Tirk bisekinin. Dayikan di dawiya daxuyaniyê de teqez kirin ku ew amade ne ku li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk adagirker 23’yê Nîsanê êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî herêmên (Zap, Avaşîn û Metîna) ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dan destpêkirin.