NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Sînan Dêrsim de li ser rêya Amed-Mêrdînê li nêzî gundê Akbagê milîsên me bi sabotajê li şebekeya belavkirina sereke gaza xwezayî dane.
Ji ber çalakiyê xisareke mezin a ekonomîk derketiye holê. Medyay bûrjûwa û dewleta Tirk a faşîst ji bo ku vê çalakiyê pûç bikin gelekî hewl dabin jî, tarza afirîner a milîsên me pêşiya vî tiştî girtiye.
Vê çalakiya me di şexsê Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Sînan Dêrsim de û ji bo rêhevalên me yên di 7’ê Gulanê de li eyaleta Mêrdînê şehîd bûne û ji bo bîranîna hemû şehîdên meha Gulanê ev çalakî hatiye kirin.”