VIYANA – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊK-JIN) û Rise Up For Rojava, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakiyek li dar xistin.
Di dema çalakiyê de bi navê Meclîsa Rêveber a TCŞ’ê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihand ku ew tevlî pêngava seferberiyê ya “Ji ciwanên mîna teyrê baz ber bi serketina li Zagrosan” dibin.
Piştî vê daxuyaniyê li nava bajarê Viyanayê meşek hate lidarxistin. Rêxistinên ciwanan êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin û gotin, “Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Viyanayê, wê têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst mezintir bikin. Di her kêliyê de em ê li qadan li çalakiyan bin.”
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, û TCŞ’ê hatin hildan û bi Elmanî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn.