BURSA – Ji parêzerên rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin, Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan yekem car di 2’ê Gulana 2019’an de, piştre jî heman salê di 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de karîbûn Rêber Abdullah Ocalan bibînin.
Herî dawî 25’ê Adarê rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû lê telefon piştî axaftinê bi demeke kurt hatibû birîn.
Ocalan di vê axaftina telefonê de bal kişandibû ser nêzîkatiya dewleta Tirk a derhiqûqî û xwestibû dewleta Tirk li gorî hiqûqê tevbigere.
Tevî ku hevdîtina qedexeyê 23’ê Adarê qediya ye, lê hîna jî bersiv ji serlêdana parêzeran re nayê dayîn.