NAVENDA NÛÇEYAN –
Nûcan Serdoz Nivîsand
Tevlîbûna ji refên gerîlayên azad ên kurdistanê re, biryara azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo, tevlîbûna ji pêvajoya zor û zehmet re, rizgariya gelê kurd û tevahî Kurdistanê, erkê her ciwanek welatparêze. Ciwanên welatparêz wê bi çalakbûna xwe dewrana heyî hemû biguherînin. Tiştê ku di roja me ya îro de ji ciwanan tê xwastin ewe ku êdî însyatîf bigirin destê xwe wisa dest bi çalakiyên bandorker bikin û xwe li çiyayên azad yên Kurditanê bi cih bikin. Pêwîste ku ciwanên kurd û bi taybet jî ev ciwanên welatparêz dest bi girtina biryara têkoşîna azadiyê bikin, yanê di wateya kurt de û bi awayekî hîn şênber, divê tevlî gerîla bibin, ji ber ku tişta vê têkoşîn û berxwedaniyê bilind û mezin bike, ew erka ciwanên welatparêz bi xwe ye. Divê ku ciwan xwe berpirsyarê serkeftina mezin yê ku di oxira wê de bedelên gelek giran tê dayîn bibîne û bi awayekî aktîf beşdarî vê têkoşînê bibe.
Ji bo ciwanan dema çiye?
Ji bo ciwanan êdî dem bûye dema tevlîbûnê, bûye dema çalakiyên serkeftî, bûye dema bilindkirina ala Kurdistanê, divê ku ciwanên kurd bi xwe bikevin ferqa zehmetiyên pêvajoyê, ji ber pêvajoya ku em tê de jiyan dikin, pêvajoyek hebûn û nebûnê ye. Lê ji ber ku gerîlayên azad ewqas berdêlên giran dane û di heman demê de gelê me yê welatparêz jî ewqas kedê bê hempa daye, ji bo wê tenê hebûnê ji xwe re esas digrin û qebûl dikin. Ji ber van sedeman em dibêjin, ji bo ku em hebûna xwe û tunebûna dijmin îspat bikin, pêwîstî pê heye ku ciwan hemû bikevin nava tevger û çalakiyan de. Divê ku ciwan her qadê bikin qada serhildanê, bikin qada çalakiya û bikin qada berxwedaniyê.