DUHOK – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Mîska yê Mesihiyan ku dikeve bajarokê Kanîmasiyê bombebaran kir, weke di dîmen de jî xuya dike malên xelkê gund hatiye hedef girtin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Duh balafirên artêşa Tirk a dagirker gundê Mîska ya Mesihiyan ku ser bi bajarokê Kanîmasî ya ser bi Dihokê, bombebaran kir. Di dîmen de jî tê dîtin dewleta Tirk malên sivîlan dike hedef û dixwaze herêmê vale bike.
Nayê zanîn bê ka di encama bomebarana balafirên artêşa Tirk a li dijî gundê Mîska de, tiştek bi kesê hatiye yan na.
Dîmen li ser malpera Enstîtuya Siyaseta Suryaniyan hate belavkirin.