NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Kurdistan ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Sînan de 24’ê Gulanê di saetên şevê de li 3 herêmên cuda yên Amedê çalakî kirine.
HBDH’ê li ser çalakiyan ev agahî da:
“24’ê Gulanê milîsên me li Amedê li li dijî avahiya emniyetê bi bombeyên bi bandor çalakiyek kirin. Dewleta Tirk a kete nava panîk û tirsê, bi dehan polîs şandin herêmê û dever demekê li çûn û hatinê girtin.
24’ê Gulanê di saetên şevê de li dijî nûqteya parastina girtîgeha Amedê milîsên me bi bombeyên bi bandor çalakiyek kirin. heman demê girtîgeh bi temamî hate dorpêçêkirin. Bîlanço nehate zelalkirin.
24’ê Gulanê saetên şevê milîsên me rêya diçin girtîgehê girtin, rê li çûn û hatinê ji bo demekê girtin.”
HBDH’ê anî ziman ku bi çalakiyên kirin silavdayîna berxwedêrên li zindanan bû û bang li gel û hevrêyên xwe dikin ku bikevin erka xweparastinê. HBDH’ê diyar kir ku çalakî ji bo bîranîna Endamê Komîteya Rêvbeber a HBDH, Endamê Rêveber a PKK’ê Kasim Engîn û hemû Şehîdên Meha Gulanê kirine.