NAVENDA NÛÇEYAN –
Dû kevokên azadiyê, ên evîndarê rojê…
Dû ferîşteyên bi ruhê fedakar,bengîyê rojê…
Dû çûk ên Gulanê,ji bo wî têdikoşin, dizanin kû bêyî wî ne şerkerî ne jî şer bi wate ye.
Dû qerenfîlê nazdar,ê kû ,laş, dil û hişên wan dixwazin azadî û afirînerê wê Rojê biqîrin…
Ji bo Rojê,a kû di qefesa zaliman de, di çavên dû sondxwarî de alavên agir tê reşandin…
Dû evîndarê jiyanê û welêt…
Evîndarên Rojê…
Êrîş û Andok…
Dema kû dixwestin Rojê dorpêç bikin, wî tûne bikin, wî bê deng û bê stran bihêlin, ji bo kû dixwestin hewarîyê wî ji wî dûr bixin, laşê wî bixin wek qefesek bi çar dîwar, wê qefesê jî bixin nava behrê, li giravekî de veşêrin, ew dem barîkatên ji agir derket rêya Dehaqên hezar salan!
Dîwarên Ji Agir!
Evîndarên Agirperest!
Rêhevalên Andok û Êrîş! Derketin rêya wan.
Wan, ew evîndarên pîroz, ji evîna xwe pirek çêkirin û gihîştin Rojê..
Wana daristana bi zilm, a zalima şevitandin, bi vê re qîr kirin û gotin;
‘’ Roj li pişt dîwaran cih nagire
Ji bo wê şer kirin ne dijwar e,
Em dikarin bi hezaran bikevin li nav agirê wê’’
Û li ser jiyana wan, têkoşîna wan, çalakîya wan sed sal derbas be jî, ewê hînkirina azadiyê bidomînin.
Ewên bigihîjin Gulana
Ewê di Gulanê de bişewitin, ê di Sibatê de jî bişewitînin!
Ê sibatê bişewitînin!
Ê zivistanên reş bişewitînin
Zarokên bi evîna wî evîndarî mezin bibin
Evîn,ên werin meyandin
Qerenfîl, ên mezin bibin
Emê ew dem bibînin kû,
Eşq eve, evin eve, azadî eve
Jiyana nemir eve
Şoreşa Civaknasî eve!
Û Ey Şehîde Mezin
Êrîşê Delal,
Berîya te giyana me bê wate bû. Giyana me tarî, bê jiyan bû.
Dema kû tû hatî, te bi laşên xwe tarîreşk ronî kir.
Me ew dem fehm kir kû, ev giyan giyana berxwedanê ye, ev giyan giyana serhildanê ye!
Em ew dem jî qet bêguman nebun kû ‘’heya dilopa xwîna xwe ya dawî’’ tû yê bi vî giyanê bijî.
Û Ey Şehîdê Mezin
Êrîşê Delal,
Aviran nede
Ji mere hêrs nebe, dil neke!
Em teqez dizanin kû,
Wek te nameya xwe de jî gotibû;
‘’Navê teyî rast Êrîş Avent Gever e û ewê wusa bijî’’