ŞEHBA – Komalên Ciwan piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Zap, Avaşîn û Metîna dan destpêkirin banga seferberiyê kir. Li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan, ji gelek qadan ciwan û jinên ciwan bi dirûşma “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” daketin qadan.
Piştî banga seferberiyê ya Komalên Ciwan li Rojavayê Kurdistanê jî dehan ciwan biryara tevlêbûna seferberiyê dan. Li van Ciwanan yek jî Şikrî Elo ye. Di derheqê seferberiyê û biryara ciwanan de wek Ajansa Nûçe Ciwan me nêrînê Şikrî Elo pirsî.
Şikrî Elo wiha got:
Me wek ciwanên Helebê di çarçova seferberiyê de meşek lidarxist. Me seferberi îlan kir ji bo êrişên li ser Avaşîn, Metîna û Zapê. Em wek ciwanên Helebê ji bo piştgiriya gerîla û ji bo kêleka gerilla şer bikin amade ne. Hedefa me tene ne Avaşîn û Zap e. Hedefa me hemû Kurdistan e. Mesela Helep Efrîn Zap hemû Kurdistane. Ji ber vê wek ciwana ji bo me her dere kurdistanê wek hev e. Li Kuderê êriş li ser axa me hebe divê em xwe biparêzin. Dewleta Tirk dixwaze bir her şêwazê qomplo li ser gele me çeke.
Dewleta Tirk dixwaze Bakurê Suriyê de jî mudaxaleyê gel bike û rojeva demokratik tune bike. Çawa ku Efrîn dagir kir niha dixwaze her dere wisa dagir bike. Ji ber vê ez dibêjim bila hemû ciwan werin tevlî bibin û em bi hev re xwe biparêzin. Gere her dere em xwe birêxistin bikin û zane bikin. Dewlet bila nikarîbe hakîmîyetê li ser me çêbike. Emxwe rêvebibin. Banga seferberiyê pir girînge. Em xwe kom bikin, rêxistin bikin û tevlî seferberiyê bibin.
Û herî dawî ez dibêjim “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” “Bijî Rêber Apo”