Heleb – Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Avaşîn, Zap, Metîna yên başûrê Kurdistanê û ji bo piştgiriya berxwedana Gerîlayan li çiyayan. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan meşek girseyî organîze kirin.
Meş bi beşdarbûna bi sedan ciwan, jinên ciwan û gel ve li ber navenda Ciwanên Şoreşger yê Taxa Şêx Meqsûdê ve destpê kir. Di meşê de gel û ciwan alên Tevgera Ciwanan û Jinên Ciwan û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hilgirtin. bi avêtina sloganên berxwedana Gerîllayan silav dikin meş lo kolanên taxê geriyaye.
Meş li ber Qada zeytûn sekinî, li wir piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîla axifî.
Delîla di axavtina xwe de derbarê berxwedana Gerîllayan got “berxwedana Zap Metîna Avaşîn ji cîhanê re diyar kir ku ev berxwedan naşikê, dê biser bikeve”.
Her wiha diyar kir ku wek ciwan dê çalakiyên xwe yên di çarçoveya hemleya nû ya ji bo piştgiriya berxwedana gerîla berdewam bikin û teqez kir ku amadene ku berê xwe bidin xendekên şer û li kêleka Gerîllayan li hemberî dewleta Tirk a dagirker şer bikin.