NAVENDA NÛÇEYAN – Tûrnûwa bi rêzgirtina di şexsê şehîdên meha Gulanê û Sînan Dêrsim de ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê hate destpêkirin. Di tûrnûwayê de êrîşên dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
8 tîm tevlî tûrnûwayayê bûn. Di tûrnûwayê de Amedspor kûpaya yekemînbûnê û koma Engîn Sîncer Nantesê jî kûpaya centîlmeniyê qezenc kir.
Tûrnûwa bi govend û sloganan bi dawî bû.