NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi wesîleya salvegera serhildana Gezî û şervanên Nûrheqê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dîktatoriya faşîst a bûrjûva dirize, hildiweşe.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku mafya, çete, tecawizkar, sextekar, kujer, wezîr, musteşarên desthilatdariyê bi hev ketine, gefê li hev dixwin, êrişî hev dikin û hate gotin, “Rûyê wan ê rast ev e. Zimanê wan ev e. Jiyana wan, feraseta wan a jiyanê ev e.
Eger ewqas qirêjî, nezantî û gemarî hebe, yên ku li çavkaniya wê dakeve, wê tenê tiştekî bibîne. Dewlet a faşîst. Çavkaniya vê qirêjiyê, rizandinê, hilweşandinê, dewlet a faşîst a bûrjûva û serdestiya kapîtalîst e.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Ev tevlîhevî û qirêjî divê kesî nexapîne. Ev xak xaka berxwedêran e ku teslîmî vê rizandinê nebûne. Xaka berxwedêrên li Nûrheqan e, xaka meşvanên serhildana Gezî ye ku rê nîşanî bi milyonan mirovî dan. Xaka Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Xaka Şoreşa Yekbûyî ye ku bi agirê şervanên Nûrheqê, bi tecrûbeya Serhildana mezin a Hezîranê rêya xwe diyar kiriye. Ev xak xaka şoreşê ye, dawiya dawî wê bibe xaka Şoreşa Yekbûyî.
Xeta me diyar e. Berê me li cihekî diyar e. Armanca me diyar e. Yek rê heye. Yek rizgarî heye. Gotinek bi tenê heye… ŞOREŞ!
Niha dem ew dem e ku di vê rê yê de ber bi armanca xwe ve bimeşin, bi pêş ve biçin. Dem hatiye ku ber bi pêş ve hîn bêhtir gav bê avêtin.”
Di dawiya daxuyaniyê de şervanên Nûrheqê û lehengên Serhildana Gezî bi rêzdarî hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku wê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.