BEHDÎNAN – Welatiyên Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk, ji Koyê heya Behdînanê meşa mertalên zindî da destpê kirin. Di van kêliyan de gel dirûşmên, “Biçe derve biçe derve, artêşa Tirk biçe derve” berbi Hewlêrê ve dimeşin.