SÊRT – Îpek Er, piştî ku leşkerê Tirk Orhan Mûsa tecawizî wê kiribû 16’ê Tîrmeha 2020’an hewl dabû ku dawî li jiyana xwe bîne, jina ciwan a 18 salî 18’ê Tebaxê dawî li jiyana wê hatibû.
Danişîna sêyan a li ser leşkerê pispor ê Tirk Mûsa Orhan li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Sêrtê pêk hat.
Parêzerên baroyên Amed, Êlih, Sêrtê, yên Komeleeya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), wekîlên HDP’ê Feleknas Uca, Nuran Îmîr û Sidiik Taş, atkivîstên TJA’yê, endamên KESK’ê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Amed, Êlih û Sêrtê li danişînê hazir bûn.
Parêzerên Mûsa Organ bi rêya onlîne tevlî danişînê bûn.
Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê daxwaza girtina leşkerê Tirk ê tecawizkar Orhan Mûsa red kir û danişîn taloqî 16’ê Îlonê kir.