NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
“22’ê Gulanê saet di 18:00 de li herêma Metînayê, li dijî dagirkerên li ser Girê Azad ji du baskan ve çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê, dagirkeran bombe li derdora xwe barandin û saet di 21:00 de miriyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê birin.”