TEBQA – Meclisên ciwanan ên Tebqa, Reqa û Dêrazorê, Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Tebqayê li hola navneda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest bi panelê kir. Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer bixêrhatina mêvanan û beşdarên panelê kir û îşaret bi rola ciwanan a avakirina jiyaneke birûmet kir, her wiha îşaret bi şerê taybet ê li ser ciwanan tê meşandin kir.
Panel li ser du mijaran bû, di mijara yekemîn de behsa krîza Sûriyê, bandorên wê li ser ciwanan û bandora şerê taybet ê ji gelek aliyan ve pêk tê, jê dewleta Tirk û hikumeta Şamê ve hat kirin, her wiha behsa bermahiyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê û bandora tundrawê li ser çîna ciwanan hat kirin.
Di mijara duyemîn de jî nîqaş li ser rola ciwanan di avakirina saziyên parastinê û sivîl ên Rêveberiya Xweser û di biryardayînê de, rola ciwanan a li dijî êrişên artêşa Tirk û sûcên dewleta Tirk ên rasterast li dijî Sûriyê pêk tîne, di heman demê de têkoşîna li dijî fikirê tundrew, ajantiyê û peydakirina rêbazên çareseriyê yên ji bo tevahiya astengî, rêbazên pêşketinê û avakirina ciwanan, hatin kirin.
Dîwana panelê ya ku ji Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Mehmûd El-Beşîr, Hevseroka Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Canda Remo û endamê rêveber ê Meclisa Ciewanên Tebqayê Cûdî Berkel pêk dihat, di navbera wan û beşdaran nîqaş hatin kirin.
Beşdaran gelek astengiyên derdikevin pêşberî ciwanan nîqaş kirin û li hemû nêrînan hate guhdarîkirin, di heman demê de rê li pêşiya nîqaşê hat vekirin û astengî hatin eşkerekirin.
Li aliyekî din jî Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mehmûed El-Beşîr axivî û got armanca sereke ya vê panelê ew e ku li azarên ciwanan û nêrînên wan guhdar bikin, derfetê bidin wan ku nîqaşan bikin û biryardar bin.
Di dawiya panelê de gelek pirsgirêkên ciwanan hatin nivîsandin da ku bi tevahiya rêveberî û xwediyên biryaran ên li herêman re werin nîqaşkirin.
Panela yekemîn a ku Meclisa Ciwên Sûriya Demokratîk li herêma Cizîrê li dar xist, 4`ê Mijdara derbasbûyî bû, lê ya duyemîn li herêmên Minbic û Firatê bû ku ew jî 24`ê Sibata derbasbûyî bû.